​​​​​​​Li bajarokê Girbawî agirê Newrozê hate geşkirin

Şêniyên bajarokê Girbawî bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin" Cejna Nerwrozê ya 2021`an pîroz kir.

​​​​​​​Li bajarokê Girbawî agirê Newrozê hate geşkirin
​​​​​​​Li bajarokê Girbawî agirê Newrozê hate geşkirin
​​​​​​​Li bajarokê Girbawî agirê Newrozê hate geşkirin
​​​​​​​Li bajarokê Girbawî agirê Newrozê hate geşkirin
​​​​​​​Li bajarokê Girbawî agirê Newrozê hate geşkirin
​​​​​​​Li bajarokê Girbawî agirê Newrozê hate geşkirin
​​​​​​​Li bajarokê Girbawî agirê Newrozê hate geşkirin
​​​​​​​Li bajarokê Girbawî agirê Newrozê hate geşkirin
​​​​​​​Li bajarokê Girbawî agirê Newrozê hate geşkirin
17 adar, 2021   18:04
QAMIŞLO

Şahî li bajarokê Girbawî ya girêdayî bajarê Qamişlo bi beşdarbûna hêzên leşkerî, Hêzên Parastina Civakê, Kongireya Star, saziyên civaka sivîl û Meclisa Malbatên Şehîdan hat lidarxistin.

Di hola şahiyê de pankartên bi nivîsên "Cejna Newrozê cejna azadî û aşîtiyê ye" û "Her der Garê her der Newroz e" hatibûn rakirin.

Şahî bi pêxistina agirê Nawrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve dest pê kir, paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Îsam Ibrahîm axivî û cejna Newrozê li hemû beşdaran pîroz kir û got: "Silavên gerim ji bajarokê Girbawî hetanî zanîngeha Îmralî ji bo serok Apo pêşkêş dikin."

Ibrahîm da xuyakirin ku ew cejna Nerwrozê bi xelaskirina gelê Rojhilata Navîn bi taybet gelê Kurdistanê ji zilmê pênase dikin.

Piştre endama Kongreya Star Şêrîn Elî jî axivî û da zanîn ku cejna Newrozê tê wateya mirov ji qonaxa zilmê dikeve qonaxa ronahiyê de û wiha domand: "Gelê Kurd têkoşîna xwe berdewam kir bi şoreşên cuda hetanî ku gihaşt felsefeya rêber Abdulah Ocalan."

Şêrîn Elî destnîşan kir ku felsefeya Rêber Ocalan felsfeya jiyanê, projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan e û wiha dewam kir: "Ew felsefe nameyeke mirovahiyê ji bo hemû pêkhateyên herêmê ye, yek ji encamên felsefeya Rêber Ocalan biratiya gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Her wiha vegerandina azadiya jinan e."

Piştî axaftinan koma Girbawî ya stranan, koma Nûpelda û koma kovendê ya Evîna Welat stran û govend pêşandan.

Her wiha şahî bi gerandina dîlanê li ser awaz û dengê hunermend Baran Dilbehar, Ridwan Dêrikî û Osman Faris ve bi dawî bû.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eBXPPVjGDLI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>