Di teqîna li Deraayê de kuştiyek û 4 birîndarên hêzên hikumeta Şamê hene

Li bakurê Deraayê bombeyeke teqiya û di encamê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û 4 jî birîndar bûn. Ev yek piştî rojekê ku 21 endamên hêzên hikumeta Şamê li kemîneke çekdarên berê li rojavayê Deraayê de hatine kuştin pêk hat.

Di teqîna li Deraayê de kuştiyek û 4 birîndarên hêzên hikumeta Şamê hene
17 adar, 2021   16:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Bombeyek bi erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê ve teqiya, ew yek li ser rêya nexweşxaneya El-Wetenî li nêzî bajarê Casim a bakurê Deraayê pêk hat. Di encamê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) vê sibê daxuyand ku hêzên hikumeta Şamê û hêzên Firqeya 4’an sewqiyetên leşkerî yên nû li cihên saziya avê yên li aliyên bajarokê Mizêribê bi cih kirin. Bi wê re jî tank, madeyên leşkerî, lojistî û leşker ber bi herêmê ve di çend saetên borî de birin.

Ev yek piştî kuştina 21 lerşkerên Firqeya 4’an û istixbaratên hikumeta Şamê pêk hat ku li gundewarê rojavayê Derayê di encama kemînekê de ya leşkerên berê yên di nava refên koman de hatin kuştin.

Li gorî SOHR`ê li Mizêribê yê bejahiya Deraayê tu endamên hêzên hikumeta Şamê tune ne, ji ber ew bajarok di bin serweriya çekdarên berê yên koman de ye.

SOHR`ê duh destnîşan kiribû ku hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta Şamê hewl da bi ser navenda serçeteyê berê yê komên dijber"Ebû Tariq El-Sibêhî" de bigire ku berpirsê kuştina 9 leşkerên ewlehiyê ye.

Şer di navbera hêzên hikumeta û çekdarên girêdayî komên berê de derket û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn û li herêmê jî tedbîrên ewlehiyê hene.

Li parêzgeha Deraayê her ji demekê ve alozî di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên berê yên koman de derdikeve û di 26`ê Çileya derbasbûyî de bi serkêşiya Rûsyayê peyman di navbera nûnerên Feyleqa 5’an a girêdayî Rûsyayê, komîteya navendî ya Horan û Firqeya 4’an de ya girêday hêzên hikumeta Şamê de çêbû. Peyman îşaretê pê dike ku aloziya li bajarê Tefes a li rojavayê gundewarê Deraayê bi dawî bibe.

Di naveroka peymanê de hate eşkerekirin ku çekên giran ên li cem çekdar û çeteyên berê yê komên li bajêr werin radestkirin, li hemberî vê yekê jî tu kes neyê koçberkirin, derveyî serçeteyê bi navê"Ebû Tariq El-Sibêhî" ku ew jî serçeteyekî navdar e û bi esalê xwe ji bajarokê Itman ê rojavayê Deraayê ye û dê tevî seçete û kesên dixwazin biçin bakurê Sûriyê.

(eh)