Di derbarê şervanên ku ji erka xweparastinê direvin efûyek derket

Bi boneya cejna newrozê, Rêvebriya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê û Nivîsgeha Parastinê ya Bakur û Riojhilatê Sûriyê ji bo ciwanên ku ji xizmeta Erka Xweparastinê direvin, efû desrxist.

Di derbarê şervanên ku ji erka xweparastinê direvin efûyek derket
17 adar, 2021   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermnadariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê û Nivîsgeha Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi boneya cejna newrozê û cejna dayikê, efûyek derxist.

Biryarnameya efûyê ji aliyê Fermandariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê û bi hevkariya Nivîsgeha Parastinê ya Bakur û Riojhilatê Sûriyê ve hatiye derxistin.

Biryarname wiha ye: "Di derbarê şervanên ku ji Erka Xweparastinê direvin de li ser derxistina efûyekê hat lihevkirin. Divê rewşa xwe zelal bikin ku têkiliyên wan bi rêxistinên terorîst, sûcên kuştin û diziyê  tune ye. Zelalkirina rewşa wan kesan ji 21'ê Adarê dest pê dike û heya 15'ê Tebaxê didome.

Ev biryarname dê li ser tevahî kesên ku di saziya Erka Xweparastinê de kar dikin, were pêkanîn.

(dx)

ANHA