Malbatên Şehîdan: Dê gelê me li hemû qada be û têkoşînê bilind bike

Meclisên Malbatên Şehîdan ên herêma Cizîrê bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên cîhanê kirin ku ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi lez destwerdanê bikin û destûr bidin ku parêzer û malbat hevdîtinê bikin û wiha gotin: “Bi pêşengiya malbatên şehîdan, wê gelê me li hemû qadan be.”

Malbatên Şehîdan: Dê gelê me li hemû qada be û têkoşînê bilind bike
Malbatên Şehîdan: Dê gelê me li hemû qada be û têkoşînê bilind bike
Malbatên Şehîdan: Dê gelê me li hemû qada be û têkoşînê bilind bike
Malbatên Şehîdan: Dê gelê me li hemû qada be û têkoşînê bilind bike
Malbatên Şehîdan: Dê gelê me li hemû qada be û têkoşînê bilind bike
Malbatên Şehîdan: Dê gelê me li hemû qada be û têkoşînê bilind bike
Malbatên Şehîdan: Dê gelê me li hemû qada be û têkoşînê bilind bike
Malbatên Şehîdan: Dê gelê me li hemû qada be û têkoşînê bilind bike
Malbatên Şehîdan: Dê gelê me li hemû qada be û têkoşînê bilind bike
Malbatên Şehîdan: Dê gelê me li hemû qada be û têkoşînê bilind bike
17 adar, 2021   12:56

Di 14`ê Adarê de li ser medya civakî agahiyên li ser nebaşiya tenduristiya rêber Abdullah Ocalan hatin belavkirin. Hikumeta Tirkiyê ku ji sala 1999`an ve rêber Ocalan girtiye û ji sala 2005`an ve tecrîdeke giran li ser ferz dike, bêdeng e.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya taybet bi parastina rêber Abdullah Ocalan di 15'ê Adarê de daxuyaniyek weşand û tê de wiha gotibû: “Ev demeke dirêj e em nikarin peywendiyê bi muwekîlên xwe yên li Îmraliyê re deynin. Ji ber wê yekê, em idîayên an agahiyên li ser rewşa wan bi cidiyetek mezin dişopînin û di vê derbarê de bi qasî em karin em kar dikin.” Buroyê teqez kir ku propagandeya tê kirin bi awayekî sîsetmatîk pêk tê.

Têkildarî mijarê, Meclisên Malbatên Şehîdan ên bajar û navçeyên kantona Qamişlo bi daxuyaniyek hevbeş li goristanên şehîdan û navendên xwe yên li navçeyan, helwestên xwe nîşan dan.

Meclisan di daxuyaniya xwe de daxwaza eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan kirin û teqez kirin ku rêber Ocalan mamosteyê wan e û ew bi felsefeya rêbertî tevdigerin.

Daxuyanî li bajarê Qamişlo li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li taxa Meyselûn, ji hêla hevserokê Meclisa Malbetên Şehîdan a kantona Qamişlo Masûm Hesen ve hate xwendin.

Li navçeyên Tirbespiyê jî endama Meclisa Malbatên Şehîdan Nisrîn Hesen, li Til Hemîsê endamê meclisê Ebdullah El-Cemîl û li Til Birakê jî hevseroka meclisê Weed El-Ilêwî dauxyanî xwendin.

Li navçeya Gikê Legê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Rimêlanê kom bûn û daxuyaniyek dan û ji aliyê endamê meclisê Serbest Mihemed hate xwendin. Li Dêrikê jî Mehmûd Emed daxuyanî xwend. Heman daxuyanî li navçeya Amûdê jî hate xwendin.Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

"Hemwextî serkeftinên ku gelê Kurdistanê di aliyên siyasî û dîplomatîk de li seranserê Kurdistanê bi dest xistiye û lehengiya gerîla di êrişên li dijî dijmin de li Qendîl, Zap, Garê û destkeftiyên di Şoreşa Rojava de hatine bidestxistin û avakirina sîstema rêveberiyê, siyasî û civakî ya li gorî felsefeya Neteweya Demokratîk, da ku bibe nimûneyek ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk di pêşerojê de.

Felsefeya Neteweya Demokratîk bi saya fikrê rêber Abdullah Ocalan bû ku rêya azadiyê ji me re ronî kir û em fêr kirin çawa em xwe biparêzin û li ber xwe bidin û bi hev re bingehên konfedralîzmê li Rojhilata Navîn deynin.

Felsefeya rêber Ocalan em fêr kirin em çawa hêza xwe ya parastinê ava bikin û pê li hemberî dijminê xwe bisekinin.

Dema ku şofînîst û nîjadperestên wekî Erdogan li hemberî serkeftiyên vê tevgerê destgirêdayî ma, rêber Ocalan kirin hedef û bi rêya komploeyeke navneteweyî ku tê de zêdetirî 13 welat beşdar bûn, rêbertî li giravekê ragirtin û tecrîdeke giran li ser ferz kirin. Her wiha ew ji mafên herî sereke wekî girtiyekî siyasî mehrûm kirin û bi temamî ji cîhana derve qut kirin û zexteke derûnî lê kirin da ku îrade û vîna wî bişikînin.

Em weke malbatên şehîdan ên herêma Cizîrê bang tevahî azadîxwazên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bo rakirina tecrîda li ser rêberê me, bi lez destwerdanê bikin û destûrê bidin malbatê û parêzeran da ku hevdîtinê pê re bikin û mercên girtinê baş bikin.

Dê gelê me bi pêşengiya malbatên şehîdan li hemû qadan be û dê asta berxwedanê bilind bike heta ku rêber Ocalan azad dibe."

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo daxuyaniyek din da. Daxuyanî piştî dauxyaniya hevbeş, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan ji hêla Evîn El-Hac ve hate xwendin û tê de komîteyê banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Ocalan kir.

(dx)

ANHA