‘Hewaldanên hikumeta Iraqê yên kontrolkirina Şengalê gumanan çêdikin’

Mala Êzdiyan a Helebê hewaldanên hikumeta Iraqê yên kontrolkirina Şengalê şermezar kir û destnîşan kir ku ev hewaldan li dijî vîna êzidiyan in. Her wiha teqez kir ku ji mafê xelkê Şengalê ye xwe biparêzin da ku fermanên li dijî wan dubare nebin.

‘Hewaldanên hikumeta Iraqê yên kontrolkirina Şengalê gumanan çêdikin’
17 adar, 2021   12:22
HELEB

Mala Êzidiyan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kirin. Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan endamên êzidiyên li Helebê li pêşiya mala Êzidiyan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd xwend.

Endama Mala Êzidiyan Gulistan Çawîş dauxyanî xwend û tê de wiha got:

Daxwaza Bexdayê ya kontrolkirina Şengalê li dijî vîna Êzidiyan e. Îsrara dewleta Iraqê ya pêkanîna peymana ku bi hikumeta Başûrê Kurdistanê re îmze kiriye ku piraniya derdorên siyasî û civakî li Iraqê û cîhanê red kirin, li ser niyetên artêşa Iraqê û hikumeta Iraqê gumanan çêdike û dihêle ku em bifkirin ku artêşa Iraqê jî niha wekî çeteyên DAIŞ`ê dike, ku di çarçoveya berdewamkririna projeya Baasê de 3`ê Tebaxa 2014`an êrişî Şengalê kirin û Şengal bi temamî ji şêniyên wê vala kir.

Wekî Yekitiya Êzidiyan li Sûriyê û li ser esasê yekitiya gel û ol de, em van hewaldanên ne mirovî yên hikumeta Iraqê şermezar dikin û teqez dikin ku ji mafê gelê Şengalê ye ku xwe biparêzin da fermanên nû li dijî wan pêk neyên.

Em bang li lêvegerên olî û rûhî yên Êzidiyan dikin ku bi erka xwe ya exlaqî der heqê Êzidiyan de, rabin û der barê hebûna hêzên biyanî û di serî de artêşa Iraqê û hêzên pêşmergeyan li Şengalê, helwesteke cidî nîşan bidin.”

Daxuyanî bi siloganên ku berxwedana Şengalê silav dikin, bi dawî bû.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aFiaiS0njsU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>