QSD`ê rêzeperespektîfên leşkerî yên têkildarî xizmetên tenduristiyê eşkere kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokraîtk îro rêzeperspektîfên li ser xizmetên tenduristî eşkere kir, ku di çarçoveya muzakereya 2019`an ya bi NY`yî re bi Rêxistina Têkoşîna ji bo Mirovahiyê re formalize kir.

QSD`ê rêzeperespektîfên leşkerî yên têkildarî xizmetên tenduristiyê eşkere kir
17 adar, 2021   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariyê bi daxuyaniyekê ji bo raya giştî û wekî aliyekî şerê Sûriyê, teqezî bi pabendbûna xwe bi qanûna navneteweyî û biryarên Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî kir bi taybetî yên têkildarî parastina dibistan, saziyên tenduristiyê, kadro û tîmên tenduristiyê û parastina wan ji bandora şer.

Daxuyaniya Fermndariya Giştî ya QSD`ê wiha ye:

“Li ser şerê Sûriyê 10 sal derbas bûn, piraniya aliyên şerê çekdarî li Sûriyê binpêkirinên cidî yên qanûna navneteweyî pêk anîn. Yek ji wan aliyên ku rastî binpêkirinên mezin û sûcên şer hatiye qada tenduristiyê bû, ji hedefgirtina nexweşxane, navendên tenduristiyê, karmend û personelên tenduristiyê bigire û heta qedexekirina xizmetên tenduristiyên a adilane ji bo welatiyan, aliyên cur bi cur binpêkirinên mezin di wê qadê de pêk anîn.

QSD, wekî yek ji aliyên sereke yê şerê çekdarî li Sûriyê li hemû herêmên di bin parastina xwe de pir hişyar bû ku rêzê li yasaya navneteweyî û biryarên Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî re bigire. Nemaze biryarên li ser parastina dibistan, navendên tenduirstiyê, karmend û personelên  tenduristiyê pêk anî û ew ji bandora şerê çekdarî parastin berovajî deverên din ên li Sûriyê.

QSD teqeziyê bi pabendbûna xwe bi parastina binesaziya lênêrîna tenduristiyê dike. Her wiha bang li hemû aliyên şerê Sûriyê dike ku rêzê ji yasaya navneteweyî û biryarên NY`yî re bigirin û siyaseta xwe di vî warî de diyar bikin û berjewendiya giştî ya gelê Sûriyê li ser esasê mafê wan ê ji tenduristriyê, di ber çav re bigirin. Li ser vê esasê, QSD`ê bi hevkariya Fight for Humanity (têkoşîna ji bo mirovahiyê) di çarçoveya muzakereya ku hêzên me di Hezîrana 2019`an de bi NY`yî re pêk anîne de, ev perspektîfên leşkerî ji nû ve fomalîze kir.

"Perspektîfên leşkerî yên Fermandariya Giştî ya QSD`ê, teqeziyê bi polîtîkaya me ya parastina tenduristiyê dikin”

Li gorî Qanûna Şerên Çekdarî (nemaze Peymanên Cinêvê ya 1949, Protokolên wên yên din ên sala 1977), Qanûna Navneteweyî ya Urfî, Qanûna Mafên Mirovan a Navneteweyî, Biryarnameya Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî 1998 (2011) ya têkildarî zarokan û şerê çekdarî, nemaze di êrişên li ser dibistan û nexweşxaneyan û bandorên wan li ewlehiya zarokan, qanûnên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên peywendîdar, Hêzên Sûriya Demokratîk soz dide ku dê hemû tedbîran ji bo xwegihandin û pêk anîna xizmetên tenduristiyê ji bo hemû welatiyan, bigire.

Armanc ji van perspektîfên leşkerî:

'Xizmetên tenduristiyê' ew çalakî ne ku armanca wan parastin an jî vegerandina tenduristiyê ye bi rêya pêşketin, pêşîlêgirtin, testçêkirin, dermankirin, tedawî, başbûn/an ji nû ve amadekirina hemû rewşên tenduristiya laş an derûnî ye.

'Navendên Xizmetên tenduristiyê' ew dever in ku di nav de navendên tenduristiyê yên seretayî, nexweşxane, taqîgeh, klînîk, navendên destwerdana lezgîn, navendên aramkirina trawmayê, navendên veguhestina xwînê, saziyên tiba edlî, û firoşgehên derman û yên tibî ên van navendan hene.

'Tîma xizmetên tenduristiyê' bijîşk, hemşîre, karmendên paramedîk, alîkarên yekem, karmendên tenduristiya civakê, karmendên bijîşkî yên tiba edlî û karmendên piştgiriyê yên ku ji bo karûbarên bijîşkî hatine wezîfedarkirin, her wiha karmendên îdarî yên saziyên tenduristî û karmendên ambulansê ne.

'Alavên Veguhestinê yên tenduristiyê' ambulans, yekîneyên tenduristiyê yên gerok, keştî û balafirên tenduristî yên leşkerî û sivîl, û hemû wesayîtên din ên ku pêdawîstiyên an amûrên tenduristiyê vediguhêzin in.

'Birîndar û nexweş' hemû kesên leşkerî û sivîl ku hewcedariya wan bi alîkariya tenduristî heye /an yên astengdar û yên li dijî hemû karên dijminatiyê ne, digire nav xwe. Di nav vê têgehê de jinên ducanî, pitikên nû-zayî û kesên temenmezin hene.

QSD soz dide ku karmendên lênêrîna tenduristiyê, alvên veguhestinê û dezgehên pêwendîdar ên li  herêmên di bin parastina me de, rastî bandorek neynî neyên û parastina kesên birîndar, nexweş û peydakirina xizmetên tenduristî ji wan re misoger dike.

QSD jê agahdar e ku her bûyerek gefxwarinê an bandorê li dabînkirina xizmetên tenduristiyê dike, ne tenê jiyana kesên ku rasterast têkildar in dixe xeteriyê, lê di heman demê de metirsiyê li ser bernameyên lênêrîna tenduristiyê yên dermanî, paropagandeyî û xweparastinê dike û mafê gerdûnî ya tenduristiya civakî dixe bin xeteriya.

Astengkirina karûbarên tenduristiyê bi taybetî bandorek neynî li ser zarokan dike, yên ku ji ber bandorên şerê çekdarî û zehmetiyên aborî bi rengek bêpîvan, dikişînin. Parastina lênêrîna tenduristiyê her dem peywirek girîng e, lê hîn bêhtir di şewba COVID-19 de ku di navbera aktorên sivîl û leşkerî de astek cuda ya hevrêzî û hevkariyê hewce dike.

QSD bi taybetî pabendiya xwe bi van xalan ve teqez dike:

  1. Hurmet û parastina birîndar û nexweşan bêyî cûdakarî û bêyî cûdahîbûn û bi awayekî çalak piştevaniya gihîştina wan a vê xizmetê kirin:

-Di her şert û mercan de mirovên birîndar û nexweş derman bikin û wan û milkê wan ji

Kiryarên xirab û talanê biparêzin.

-Mîsogerkirina gihandina lênêrîna tenduristî ya guncaw ji wan re heya ku pêkan e û bi

awayek herî lez.

- Di çarçoveya operasyonên leşkerî de, lêgerîn û komkirina birîndaran û nexweşan bêyî

derengî û cûdahî, her gava ku rewşa ewlehiyê destûrê dide derbaskirina aktorên

bijîşkî û rêxistinên mirovî.

2.Ji bo karmendên lênêrîna tenduristiyê rêz û parastin (di her demê de, berî, di dema û

piştî xebata wan de), ji bo dezgeh û veguhestinên bijîşkî alîkarî dayîn, bêyî lêpirsîna

nasnameya wan:

-Ji bo her personelê ku lênerîna tenduristiyê pêşkêş dike her gav rêzgirtin û parastin.

Ev parastin dê pêşîn be bi taybetî dema ku li nexweş û birîndaran balder dibin.

-Her gav karê karmendên tenduristiyê hêsankirin ji bo peydakirina gihîştina birîndaran û

Nexweşan û alîkarî û parastina hewce dayîn.

-Divê karmendên tenduristiyê neçar nekin ku kiryarên berevajî rêgezên exlaqî yên

xizmetguzariya tenduristiyê pêk bînin. Divê pisporên tenduristiyê ji ber ku çalakiyên

bi exlaqê bijîşkî re lihevhatî pêk anîne, neyên cezakirin. Wekî mînak dermankirin an jî

tedawiya brîndarên dijmin. Hewce ye ku ev bi taybetî di rewşa ceribandina kolektîf a li

gorî giraniyê were sepandin.

-Bi awayekî eşkere werin an neyên naskirin jî, rêzgirtina li hemberî çalakî û veguhestina

bijîşkî.

-Hêsankirin û alîkarîdayîna xebatkar û çalakiyên tendurustiyê ji bo derxistina birîndar û

nexweşan.

-Pêşîvekirin û hêsankirina derbasbûna wesayît an jî şexsên xizmetên tenduristiyê.

-Di her şert û mercan de ji navendên lênêrîna tenduristî re rêzê bigirin û biparêzin,

bêyî ku ew bi zelalî wisa têne destnîşankirin. Dê êriş neyê kirin û gihîştina wan neyê

sînorkirin.

- Rêzgirtina li hemberî nîşanên Xaça Sor û Heyva Sor û yên xizmetkarên lênêrîna tenduristiyê, bi awayek şaş bikar neanîna wan.

-Piştraskirina şert û mercên ku karmend, dezgeh û veguhastinên bijîşkî bi tenê bi karên

bijîşkî ve mijûl bibin.

-Ji bo ku hemû tedbîrên gengaz bigirin da ku li nêzê dezgehên tenduristiyê

operasyonên leşkerî neyên li darxistin, bi şaşîtî ew dezgeh rastî ziyanan neyên û neyên

xerakirin. Pêwîste ku hemû endamên QSD`ê bi Prensîbên Cudahiya Di Navbera Tiştên

Sivîl û Armancên Leşkerî û Prensîbên Nîsbiyetê û Tedbîrên Li dijî Bandorên Êrişê de

pabend bin, ku di Zagona Têkoşîna Çekdar de hatî vegotin.

- Heya ku ji bo mebestên leşkerî neyê bikaranîn, ji bo gihandina xizmetên tunduristiyê divê êrişê binesaziya sereke neyê kirin (mînak binesaziya av û kehrebeyê). Ger binesaziya wisa ji bo armancên leşkerî ji hêla aliyekî dijber ve were bikaranîn jî, hîn jî divê rêz li rêzikên jorîn were girtin.

-Navendên tenduristiyê ji bo mebestên leşkerî bikar neynin û hêzên leşkerî, alav û çek

li nêzî navendên tenduristiyê yên sivîl bi cih nekin. Avahiyên tenduristî dê parastina ku

ew mafdar in winda bikin heke ew li derveyî fonksiyona xwe ya însanî werin bikaranîn.

- Xwe ji her tevgerek ku karûbarên dezgehên tenduristiyê xera dike, bi taybetî jî

bikaranîna wan ji bo armancên leşkerî an armancên din ên ne-bijîşkî dûr bixe. Pêwîste ku ku kes an amûrên çekdar nekevin navendên tenduristiya sivîl.

- Destwerdanê li karê ku li navendên tenduristiyê tê kirin, nekin. Di nav de, alav an madeyan ji navendên tenduristiyê negirin û lêgerîn û pêkanîna operasyonan li sazgehên

Tenduristiyê nekin. Divê lêgerîn û operasyonên bi vî rengî tenê di rewşên awarte de

werin kirin.

-Di rewşa êrişek nêzîk an jî muhtemel ya li ser karmend, dezgeh an jî wesayîtên

tenduristiyê ji hêla aktorên din ên şer ve, divê tedbîr û pêşîgirtina pêwîst pêk

were. Lê di heman demê de rewşa sîvîl jî neyê guhertin.

-Di rewşek ku personel, dezgeh an veguhestinên tenduristiyê li derveyî fonksiyonên

wan ên mirovî têne bikaranîn, da ku kiryarên leşkerî bikin, hişyarî were kirin û

çavdêriya pêwîst were kirin.

3-Hevkariya bi rayedarên sivîl û aliyên aktîv ên mirovî û geşekirinê re:

-Avakirina mekanîzmeyeke hevbeş di navbera komîteya leşkerî ya girêdayê QSD`ê û Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ji bo hevkariya sivîl-leşkerî derbarê girtina biryaran li ser bûyeran de. Di vê komîsyonê de, dê çavdêrên navneteweyî werin vexwendin ku beşdarî civînên wê bibin.

- Destnîşankirin, plankirin û bi rêk û pêk nûkirina agahiyan li ser cihên navendên lênêrîna tenduristî, yên xizmetan pêşkêş dikin û wesayitên wan û karmendan, bi rêya koordîneya di navbera Komîteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêxistinên têkildar ên di çarçoveya xebatê komîsyonê de. Ji bo ku bandora opersayon û tedbîrên leşkerî û ewlehiyê li ser xizmetên tenduristiyê kêmtir bibe.

-Destûrdana xwegihandina xizmetên tenduristiyê ji bo van dezgeyan, da ku ev

xizmet di rewşek çalak de bimînin.

-Ji bo derbaskirina bi lez ji nuqteyên çavdêriyê û bendên kontrolê, bi awayekî guncaw tespît û nîşankirina wesayitên tenduristiyê (bi taybetî di rewşên derxistina kesan de).

-Ger ku lêgerîn/an operasyonên girtinê li navendên lênêrîna tenduristiyê hewce bike,

divê hemû tedbîran bigirin da ku bandor li nexweş û karmendên tenduristiyê kêm bikin.  Di lêgerîn û operasyonên wisa de, divê pêşê destûrnameyek ji Desteya Tenduristiyê ya

Rêveberiya Xweser were girtin.

4. Ji bo pêkanîna van perspektîfan, girtina hemû tedbîrên pêwîst:

-Ji bo ku hemû endamên pêwendîdar ên QSD`ê li ser van perspektîfan werin perwerdekirin:

-Divê haya hemû fermandarên leşkerî yên li baregehan, her wiha erkdarên li ser erdê û

personelên leşkerî yên di bin emrê wan de, ji van perspektîfan hebe û

wan têxin nav hemû bernameyên perwerdehiyê yên dibistanên leşkerî û akademiyên

QSD`ê.

-Divê van perspektîvan têxin nav rêzikên Zagonên Bersivdan-Aloziya Leşkerî, polîtîkayên

leşkerî yên pêwendîdar û tevahî plansazî, amadekirin û pêkanîna operasyonên leşkerî

ji hêla QSDê ve.

- Divê pabendî tiştên ku di vê belgeyê de hatine diyarkirin bibin. Heke perspektîfên li jor

Neyên pêkanîn, dê hemû fermandar û karmendên QSD`ê bi cezayên pêwîst re rû bi rû

bimînin.

-Divê hemû gilî û gazin bi rêya mekanîzmayek hevbeş di navbera Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Polîsê Leşkerî û Komîteya Tenduristiyê ya Leşkerî de bên pêşwazîkirin û çareserkirin, ku wê

ev mekanîzma her gilîyek derbarê pêk neanîna van perespektîfan ji hêla şexs an jî

dezgeyan ve binirxîne.

-Ji bo pêk anîna van rêzikan, pêşxistina hevkariya pêwîst bi dezgehên pispor re.

Em soz didin ku em ê pabendî berpirsiyarî û peywirên xwe bin.

Ev perspektîf wê ji roja weşandina wê ve bi temamî bikeve meriyetê.”

(cx)

ANHA