‘Em ê Newroza îsal bi ruhê serkeftina Garê pîroz bikin’

Şêniyên kantona Qamişlo diyar kir ku ew ê Newroza îsal bi rih û moralekî bilind pîroz bikin, bi taybetî piştî serkeftina mezin a hêzên gerîla li Garê. Her wiha hêvî kirin ku refa kurdî bibe yek da ku li hemberî planên dewleta Tirk bisekinin.

‘Em ê Newroza îsal bi ruhê serkeftina Garê pîroz bikin’
17 adar, 2021   08:46
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Newroza îsal xwe bi rih û moraleke bilind amade dikin, bi taybet piştî serkeftina gerîla li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Her wiha dan teqez kirin ku ew ê di rêya berxwedanê re bimeşin û li dijî palanên dagirkeriya Tirk têbikoşin.

Şêniyê bi navê Elî Hesen wiha got: "Em Newroza îsal ji Newrozên berê cudatir pêşwaz dikin, Newroza 2021’an bi xwe re serkeftina qehrmenatî ya gerîla li dijî dewleta Tirk a dagirker li Garê anî."

/ar/uploads/files/2021/03/17/080408_aly-hsn.webp

Elî Hesen wiha domand: "Bi hatina Newroza 2021’an dê di gelek aliyan de serkeftin werin bidestxistin."

Ebdulxefûr Mistefa di destpêka axaftina xwe de hatina Newrozê li gelan bi giştî û gelê Kurd bi taybet pîroz kir û hêvî kir ku gelê Kurd û gelên herêmê gelek serkeftinan bi dest bixin û yekîtiya Kurd were avakirin da ku ji tevahî cîhanê re were îsbatkirin ku Newroz jiyaneke nû û bihareke geş e.

/ar/uploads/files/2021/03/17/080359_abdalghfwr-mstfa.webp

Asya Cuma da zanîn ku meha Adarê, meha azadî û bedewbûna jinan e, ji ber ku di vê mehê de Roja Jinan Cîhênê ya 8`ê Aarê bi coşeke mezin hat pîrozkirin û piştre jî Newroza mizgîniya serkeftina li Garê hilgirtiye bi xwe re tîne.

/ar/uploads/files/2021/03/17/080314_asya-jmah.webp

Li dawiyê şêniya bi navê Refee Îbrahîm a ji Amûdê got Newroza îsal Newroza serkeftinên gelê Kurd e û teqez kir ku ew ê berxwedana xwe li dijî palanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bidomînin."

/ar/uploads/files/2021/03/17/080324_rfah-abrahym.webp

(fr)

ANHA