Eşîrên Ereban: Ocalan hemû pêkhateyan temsîl dike, divê CPT`î bi erka xwe rabe

Eşîrên Ereban ên Til Temirê gotin rêber Abdullah Ocalan rêberê hemû pêkhate û gelên bindest e. Her wiha bang li rêxistina CPT`î kirin ku bi erka xwe rabe û yekser rewşa tenduristî ya rêber Ocalan zelal bike.

Eşîrên Ereban: Ocalan hemû pêkhateyan temsîl dike, divê CPT`î bi erka xwe rabe
17 adar, 2021   07:49
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Li ser medya civakî ji aliyên nenas ve, agahiyên têkildarî nebaşiya rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalna hatin belavkirin.

Gelên Rojhilata Navîn ku zulm û zordarî dîtine, dibînin ku rêber Abdullah Ocalan ew rizgar kir. Li ser agahiyên ku hatine belavkirin, hejmareke şêniyên eşîrên Ereb ên li herêma Til Temirê ya girêdayî kantona Hesekê xwestin ku yekser rewşa rêber Ocalan bê eşkerekirin.

Xelef El-Nehir ê ji eşîra El-Begara ya çiyayê Kizwana diyar kir ku wekî pêkhateya Ereb ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew girtina rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin, ji ber ku rêber Ocalan rêberê azadî û û rûmetê ye.

‘OCALAN TEVAHÎ PÊKHATE Û GELÊN BINDEST TEMSÎL DIKE’

El-Nehir wiha domand: "Rêber Ocalan nûnertiya gelê Ereb, Kurd, Xiristiyan û tevahî pêkhateyên herêmê dik. Em girtina rêber Ocalan ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve careke din şermezar dikin."

El-Nehir da zanîn ku fikrê rêber Ocalan fikirekî ji bo tevahî neteweyan e û pêkhateya Ereb di nava mûzaîka hevbeş a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ji pêkhateyên yekem e ku ku banga serbestberdana rêbertî û zelalkirina rewşa wî dike.

El-Nehir her wiha bang li rêxistinên navneteweyî, mirovî û civaka navneteweyî kir ku bi lez rewşa tenduristî ya rêber Ocalan eşkere bikin, ji ber ku Ocalan rêberê tevahî gelên bindest e.

‘OCALAN PROJEYA AŞTIYÊ YE’

Elaa El-Zahir ê ji eşîra Şerabîn jî axivî û paşguhkirina NY’yî û rêxistinên mirovî ji sûcên û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan re şermezar kir û banga zelalkirina rewşa rêbertî kir.

El-Zahir got: "Rêber Ocalan projeya aştiyê ji bo hemû gel û civakên li Rojhilata Navîn e."

El-Zahir wiha berdewam kir: "Li gorî me, rêber Ocalan pêşengê mirovahî, biratiya gelan, edalet û hevsengiyê ye. Ji ber ku wî projeya demokratîk pêşniyar kir, ku piştevaniya tevahî pêkhateyan dike. Ji bo me wekî pêkhateya Ereb, rêber Ocalan rêberê me ye jî."

El-Zahir di dawiyê de bang li CPT`î û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erka xwe rabin û bi lez rewşa rêber Ocalan zelal bikin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin."

(fr)

ANHA