Komuna Parîsê û komunên Rojava… ferqa her du tecrubeyan ji hev çi ye?

Tevî ku tenê 72 rojan dewam kir jî, lê belê bi fedakariyên xwe li Ewropayê guhertineke dîrokî ji desthilatdariyê ber bi demokratîkbûnê ve çêkir. Em behsa Komuna Parîsê dikin ku di dergûşê de hate kuştin. Li aliyekî din, tevî hemû êrişên ku berdewam in jî çi hişt ku tecrubeya komunê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser pêyan bimîne?

Komuna Parîsê û komunên Rojava… ferqa her du tecrubeyan ji hev çi ye?
17 adar, 2021   08:08
NAVENDA NÛÇEYAN - MISTEFA ELO

Komuna Parîsê di 18'ê Adara 1871'an de ji aliyê karker û kadkarên li dijî desthilatdarê ve hate avakirin. Piştî bi dehan salan ji kiryarên burjuvayan ên li dijî gel, pergaleke rêveberiyê ya demokratîk ava kirin. Tevî temenê wê yê kurt jî, lê belê li ser asta demokrasiyê, guhertinên radîkal çêkirin û gel tev li hemû biryaran kirin.

Komun di esasê xwe de ji karkerên ku parastina Fransayê kiriye, ava bû, dema ku împaratorê Fransayê Napolyonê Sêyemîn nekarî welat ji êrişa artêşa Prûsyayê biparêze.

Komuna Parîsê leşkerî û artêşa daîmî rakirin û li şûna wê pasevanên nîştimanî ava kirin, ew jî ji karkerên çek rakirine, pêk dihat. Komuna Parîsê mûçeyên hemûyan bi awayekî wekhev diyar kirin, rêveberiyên qanûnsaz û rêveber xistin destê gel, her wiha ol ji dewletê cuda kir û dawî li serweriya serdestiya dêrê anî.

Karl Marks destnîşan dike ku komunê hewl da perwerdeyê ji desthilata ku li ser ji aliyê dewletê yan jî dêrê hatine ferzkirin, rizgar bike da ku bê pere be û ji hemûyan re be. Ji bo sîstema dadgeriyê, komunê xwest parêzbendiyê ji ser karmendên dadgeriyê rake da ku ji peywirê bên xistin û qebûl kir ku di pêşerojê de bi awayekî vekirî bên hilbijartin. Komunê di heman demê de sloganên li ser esasê avakirina hikumeteke ku mesrefa wê kêm e, pêk anîn. Li şûna kolekirin û îstismarakirina karkeran, bû amûra ku pergala çînên civakî bi rêya înkarkirina xwedîtiyê û meyla ber bi karê hevbeş ve, tune kiriye.

Dema avabûna komunê gelekî girîng e. Di demekê de ku kapîtalîzma bazirganî ya di sedsala 16'an de veguherîbû kapîtalîzma pîşesaziyê ku bi destpêkirina sedsala 19'an re vediguherî kapîtalîzma diravî. Derketina komunê di wê demê de ji bo pergala kapîtalîst ne xemeke mezin bû ku avabûna pergaleke demokratîk a dûrî bikaranîna kesên din û bi hevpariyê bawer dike, ne li gorî kêfa wê bû. Ji ber ku ew pergal qezenca herî mezin yanî rêgeza bingehîn a kapîtalîzma diravî tune dike.

Dema ku komun bi xwebirêxistinkirinê ve mijûl bûbû, Hikumeta Parastina Nîştimanî ya Fransayê li Versaillesê tu derfet ji bo bidawîkirina komunê ji dest nedidan.

Dema Fransa bi Prûsyaya Alman re di nav şer de bû, her du dijminan ji bo armanceke hevpar a bidawîkirina Komuna Parîsê li hev kir û şer dan rawestandin. Bi rastî Bismarck bi Adolf Their li hev kir û bi hezaran leşkerên dîlgirtî yên fransî rizgar kirin da ku tev li şerê li dijî komunê bike.

Bi rastî jî artêşa Hikumeta Parastina Neteweyî û artêşa Bismarck, êrişeke hovane bir ser komuna Parîsê û Parîs topbaran kirin. Heta tê gotin ku ji ber komkujiyên ku artêşa Bismarck li dijî sivîlên Parisê û parêzvanên komunê pêk anîne, çemê Seine sor bûye. Êrişa herî hovane ji 21'ê Gulanê heta 28'ê Gulanê pêk hatin ku di dîroka siyasî ya Fransayê de wek ‘hefteya bixwîn’ tê nasîn. Di 28`ê Gulana 1871`an de komun ji holê hat rakirin.

Komunê li ber xwe da û ji bo parastina xwe û parastina hebûna xwe bi deh hezaran şehîd dan, lê negihaşt armancên xwe. Lê belê ew di dîroka têkoşîna li dijî desthilatê de wek mîraseke têkoşînê ku hesab jê re hat kirin, maye.

Lê belê, di komunê de çi kêm bû, anku ji bo parastina hebûna xwe diviyabû çi bike û nekir?

Di dîroka Fransayê de gelek lêkolîner, tevgerên li dijî kapîtalîzmê û sîstema kapîtalîst destnîşan dikin ku sedema bingehîn ku hişt komun hilweşe, nebûna projeyeke zelal û duduliya wê di girtina biryaran de ji ber tunebûna bernameyeke diyar e.

Yên din jî diyar dikin ku komun ji ber rewşa parastinê ya lawaz, cudakirina wê ji Fransayê û mayîna wê tenê di sîronên Parîsê de bûn sedem ku tune bibe.

Bo nimûne, gelek lêkolîner dibêjin ku Komuna Parîsê dest danenî ser banka navendî, ku dikarîbû pereyên mezin bixe xizmeta gel. Yên din jî di wê baweriyê de ne ku komunê êrişî artêşa Fransayê nekiriye û hiştiye ji nû ve hêzên xwe kom bike, bi vê yekê artêşê firsend bi dest xist ku êrişî komunê bike. Her wiha mayîna wê di nav erdnîgariyeke teng de nehişt ku îdeolojiya wê li Fransayê belav bibe û gelek kes tev lê bibin.

Li Rojava jî pergala komunê di Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya 2012'an de dest pê kir. Vê pergalê di sala xwe ya 9'an de tevî kêmasiyên pêkanînê ji ber têgihiştina çewt a pergala komunê jî, lê xwe parast. Komun di cihê xwe de bi pêş ket û veguherî meclisan û di 2014`an de bi Rêveberiya Xweser li ser asta kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê tacîdar bû. Paşê ber bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi pêş ket.

Bêguman di 9 salan de pergala komunê her tim li ser astên navdewletî û herêmî bû armanca hêzên hegemonîk û hîna jî li ser astên siyasî, aborî, leşkerî û heta fikirî jî rast êrişan tê.  Gelo çi hişt ku ev pergal li ser lingan bimîne di demekê de ku hemiyan pêşbîn dikir ku dê bi êrişa yekemîn re bi dawî bibe?

Çawa ku hêzên serdest êrişî Komuna Parisê kir, hêzên xwedî heman zîhniyetê li dijî pergala komunan a li Rojava jî derketin. Çawa Fransa bi Prûsyaya Alman re ji bo tunekirina Komuna Parîsê li hev kir, ruxmî ku di şer de bûn, El-Esed û Erdogan jî dema ku pê hesîn ku bayê demokrasiyê ji Rojava tê, nakokiyên xwe danîn aliyekî. Heta Rûsya, dewleta Tirk û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî di serdema Donald Trump de wisa kir. Dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî delîlên zelal ên dijberiya rejîmên desthilatdar ji pergalên demokratîk re ne.

Helbet sedemên dîrokî yên vê berxwedanê hene, herî girîng jî ew e ku Rojava û erdnîgariya Kurdistanê dergûşa komunê bû. Yekemîn kombûnên mirovî yên ewle li ser beravên çemên Firat û Dîcleyê ava bûn. Xwe bi awayekî komunal bi rê ve birin û li hemberî pergala sivîl a navendî bi xurtî li ber xwe dan. Belkî yek ji sedemên herî berbiçav dûrahiya dîrokî û xewnên gelên herêmê yên pergala komunal, dûrî desthilata ku civak parçe kiriye, bû.

Sedema din jî, derketina komunan ji herêmên Kurdan ên wekî Kobanê, Efrîn û Cizîre û belavbûna wê li herêmên mayî yên ku Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen û Çerkez lê dijîn, bû. Yanî pergala komunan a li Rojava taybetmendiya neteweyî û olî derbas kir û bû pergaleke ku ji aliyê hemû pêkhateyan ve hate pejirandin. Dema ku êriş hate kirin, hemû pêkhateyan ji bo parastina pergala komunê li hemberî êrişan li ber xwe da.

Pergala komunan li Rojava xwe dispêre projeyeke zelal a bi armanca demokratîkkirina Sûriyê û Rojhilata Navîn bi rêya rêgezên jiyana hevbeş di siyaset, parastin, aborî, perwerde û hemû aliyên jiyanê de li ser bingeha civakeke siyasî û exlaqî ku mafê her du zayendan diparêze û pêwîstiya parastina hawirdorê destnîşan dike. Ev rêgez ji aliyê piraniya gel ve tên pejirandin.

Ya girîngtir jî ew e ku pergala komunê li ser bingeha projeya neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan e ku lêkolîn û analîzên kûr der barê rejîma serdest û tevgerên demokratîk de pêk anîn û ji bo biserxistina berxwedanên gelan û pêkanîna serkeftinê li gorî sûdgirtina ji tecrubeyên berê û nirxandineke rast a pêşerojê, rêgez danîn.

(şx)

ANHA