Di salvegera dagirkirina efrînê de...sûcên şer, siyaseta tirkkirinê û qirkirina çandî-1

Di ser dagirkirina bajarê aştiyê û warê zeytûnê (Efrîn) ji aliyê delweta Tirk ve 3 sal derbas bûn. Sûcên li dijî Kurdan wekî kuştin, koçberkirin, revandin, guhertina demografiyayê, bicihkirina çete û Turkmenan û heta rûxandina şûnwaran û sûcên qikirina çandî, ranwestiyane.

Di salvegera dagirkirina efrînê de...sûcên şer, siyaseta tirkkirinê û qirkirina çandî-1
17 adar, 2021   06:03
NAVENDA NÛÇEYAN

DEWLETA TIRK LI EFRÎNÊ SÛCÊN ŞER Û SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ PÊK TÎNE

Dewleta Tirk û çeteyên wê di 18`ê Adara 2018`an de bi erêkirina Rûsyayê ku qada hewayê ji wan re vekir, bajarê Efrînê dagir kir. Di dirêjahiya 58 rojên êrişê ku dagirkeriya Tirk bi dehan komkujî, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîn de, civaka navneteweyî bêdeng ma.

Di vê dosyaya ji 3 beşan pêk tê de, em ê balê bikişînin ser sûcên şer ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji destpêka êrişên li dijî Efrînê û heta niha pêk tînin, guhertina demografiyayê, bicihkirina çete û Turkmenan li Efrînê, siyasetên tirkkirinê û sûcên qirkirina çandî li  Efrînê.

DAGIRKIRIN BI RÊYA PEYMANEKE BI RÛSYAYÊ RE PÊK HAT

Dewleta Tirk a dagirker di êrişa xwe ya li dijî Efrînê de ku 20`ê Çileya 2018`an dest pê kir, hemû cureyên çekên pêşketî yên NATO`yê û çekên qedexekirî bi kar anî. Di encama êrişên dagirkeriya Tirk de, 869 sivîl şehîd bûn (257 di êrişan de, yên mayî jî piştî dagirkirina Efrînê şehîd bûn), her wiha hezar û 433 sivîl birîndar bûn, ji wan 742 di êrişan de û 691 sivîl jî piştî 3 salên dagirkeriyê birîndar bûn.

Her wiha ji ber êrişên barbarî yên li ser Efrînê zêdetirî 300 hezar kes ji Efrînê koçberî herêmên Şehbayê û kampên li herêmê bûn.

Tevî hovîtiya êrişan jî, lê şêniyên Efrînê û şervanên YPG/YPJ`ê di 58 rojan de berxwedaniyeke lehengane li hemberî duyemîn hêzên NATO`yê, raber kirin û berxwedana wan bi “Berxwedana Serdemê” hate binavkirin.

Têkildarî mijarê, akademisyen û lêkolînerê ji Brîtanya Dr. Diween Hawezy dibêje Rûsya di vekirina qada hewayî ya Sûriyê li pêş balafirên şer ên Tirkiyê de, roleke sereke lîst û wiha domand: “Ev yek bû sedem ku dewleta Tirk dest bi êrişa xwe bike. Di roja êrişê de jî Rûsya hêzên xwe ji Efrînê vekişand.”

Hawezy destnîşan kir ku Rûsya xwest Kurdan ceza bike ji ber ku erd û xêr û bêrên xwe nekirin destê malbata El-Esed û wiha lê zêde kir: “Ji bo dewleta Tirk û Rûsya, armanc ew bû ku nehêlin Kurd cografiya di navbera kantonên xwe de bikin yek û serxwebûna siyasî bi dest bixin.”

Akademisyen û lêkolînvanê ji Brîtanya daxuyand ku “Efrînê, dewleta Tirk û Rûsya kirin yek û piştî sîstema S-400`î û dûrxistina Tirkiyê ji welatên rojavayî, têkiliyên wan xurt kirin. Ji bo Rûsya, têkiliyên bi dewleta Tirk re di siyaseta derve ya Rûsyayê de ji Kurdan girîngtir e.”

Hawezy got “li hemberî wê yekê dewleta Tirk xerteriya ku muxalîfan li dijî El-Esed berz dikir, kêm kir ku wê bi xwe piştgiriya wan dikir. Her wiha rûberên mezin ji erdê di bin serweriya Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê de radestî hikumeta Şamê kir. Îro piraniya artêşa nîştimanî ji wan çekdaran pêk tê, ku kêm caran li dijî El-Esed şer dikin, ji ber ku Tirkiyê wan kontrol dike.”

Dr. Diween Hawezy diyar kir ku Rûsyayê Kurd wekî kaxizeke şantajê li dijî dewleta Tirk bi kar anî, da ku di aliyên siyasî yên din ku her du alî beşdarê dibin de, tawîzan bide û wiha domand: “Rûsya her wiha gefên Tirkiyê di danûstandinên bi Kurdan re bi kar tîne. Rûsya hîna zextê li Kurdan dike da ku serî ji El-Esed re bitewînin, lê belê ew heta niha li ber xwe didin.”

PIŞTÎ DAGIRKIRINÊ...KOÇBERKIRIN Û GUHERTINA DEMOGRAFIYAYÊ

Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî dagirkirina Efrînê jî sûcên xwe li dijî sivîlan dewam kirin. Bi sed hezaran şêniyên Efrînê dan koçberkirin û li şûna wan Turkmen, şêniyên Xûta û herêmên din ên Sûriyê yên radestî hikumeta Şamê kirine, hatin bicihkirin. Radestkirina wan herêman li gorî peymanên Rûsya-Tirkiyê yên civînên Astanayê ku opozîsyona Sûriyê bi dawî kir û ew kirin çete li cem dewleta Tirk, pêk hat.

Çeteyên ku piştgiriyê ji Enqereyê digirin, dest danîn ser malên şêniyên Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê bûne. Her wiha Kurdên li Efrînê mane, bi darê zorê dan koçberkirin, dest danîn ser malên wan û hinek kesên din li şûna wan bi cih kirin.

Hin çavkaniyên ku rewşa Efrînê dişopînin, ji ANHA`yê re diyar kirin ku piştî koçberkirina şêniyên Efrînê 400 hezar ji Turkmen û çeteyên artêşa nîştimanî yên ji herêmên cuda yên Sûriyê li bajarê Efrînê hatin bicihkirin.

Bi berdewamkirina çalakiyên koçberkirinê re, dewleta Tirk û çeteyên wê bi awayekî sîstematîk demografiya herêmê bi temamî diguherîne. Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve, tenê ji sedî 20 ji Kurdan tê de mane, ku beriya dagirkirinê ji sedî 90 ji şêniyên Efrînê Kurd bûn. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ev yek bi “mezintirîn çalakiyên guhertina demografîk li Sûriyê ji dema aloziyê de (2011) ya li gorî lihevkirina Rûsya-deweta Tirk pêk hatiye” bi nav kir.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo jî di derbarê siyaseta ku dewleta Tirk a dagirker ji bo guhertina demografiyaya herêmê dimeşîne de, wiha got: “Bûyerên li Efrînê wekî koçberkirina bi darê zorê, bicihkirina biyaniyan, siyaesta guhertina demografîk, di çarçoveya siyaseta tirkkirinê de pêk tên.”

Şêxo bal kişand ser rewşa ewlehiyê ya tevlîhev li Efrînê ya ji ber bihevketina çeteyên dewleta Tirk kir û têkildarî wê yekî wiha got: “Tenê sivîl dibin qurbaniyên van kiryaran.” Her wiha li Efrînê teqînên bi rêya erebe û mayînan pêk tên. Li hemû herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de wkeî Cerabilus, Ezaz, Bab, Efîrn û Idlibê binpêkirinên bi vê rengî pêk tên.

Dr. Diween Hawezy diyar dike ku ji sala 2017`an ve ji ber kiryarên dewleta Tirk derdorê nîv milyon Kurd koçber bûn, lê mixabin tevî wê yekê jî bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî azarên Kurdan hîna dewam dike û wiha lê zêde kir: “Civaka navneteweyî rewşa Efrînê paşguh kir, heta ku gihaşt astekê ku nayê paşguhkirin. Wekî civakeke bê dewlet. Ji ber ku dengê Kurdan û hêzeke wan a zextê nîne, lîstokvanên navneteweyî Efrînê paşguh dikin. Ji ber ku pirsigrêka Kurdan wekî pirsgirêka xwe nabînin.”

ÎŞKENCEKIRIN, KUŞTIN Û REVANDIN

Delweta Tirk a dagirker û çeteyê wê sûcên xwe li dijî ji sedî 20 ji Kurdên li Efrînê mane dewam kirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, bûyerên kuştin, îşkencekirin, xwestina fidyayê, talankirin, wêrankirin, destdanîna ser milkên giştî û taybbet, guhertina demografiyaya herêmê û tirkkirina wê bi temamî, belge kir.

Li gorî daneyên dawîn ku rêxistinê dane ANHA`yê, ji destpêka dagirkirina Efrînê ve 7 hezar û 457 sivîl hatine revandin û binçavkirin, ji wan nêzî hezar jin hene, her wiha hin kes li hemberî fidyeyên mezin hatine berdan, lê belê çaresnûnsa zêdetirî 3 hezar û 500 kesî heta niha ne diyar e.

Li gorî daneyan, 400 jin û di nav de jinên kêmî 18 saliyê yên ji Efîrnê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve rastî tundiya cinsî û zewicandina bi darê zorê hatine.

15`ê Îlona 2020`an Komîteya Neteweyên Yekbûyî (NY) di raporeke xwe de behsa sûcên li Efrînê pêk tên, kir û wiha got: “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê sûcên şer wekî revandina girtiyan, danûstandina tund, îşkencekirin û tecawizkirinê pêk anîn. Li heman herêmê, bi dehan sivîl ji ber mayînên bi destan hatine çêkirin û topbarana bi moşekan, hatin kuştin û birîndar bûn. Her wiha hin zilam, jin û zarok dema li sûkên qerabalix bûn, jiyana xwe ji dest dan. Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê her wiha dest danîn milkên taybet û erdên sivîlan û talan kirin.”

Di raporê de hate diyarkirin ku “ne tenê destdirêjî li ferdan hatiye kirin, lê belê li civak û çandan bi temamî hatiye kirin. Di dîmenên ji ezman hatine kişandin de, asta rûxandin û talankirina cihên dîrokî yên di lîsteya UNESCO de, xuya dibe.”

Îbrahîm Şêxo têkildarî vê yekê dibêje: “Binpêkirin û kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin di rapora Komîteya Navneteweyî ya Şopandina Rastiyan de hatine belgekirin. Em dikarin bûyerên li wê derê bi sûcên şer û sûcên dijî mirovahiyê bi nav bikin.”

Lêkolîner û akademisyenê brîtanî Dr. Diween Hawezy dibêje: “Şêniyên Kurd ji aliyê ajan û wekîlên Tirkiyê ve rastî zordestiyê tên. Ew li derdoreke tevlîhev bi çavdêriya dewleta Tirk tirsê belav dikin. Ya qaşo bi navê hikumeta demkî ya Sûriyê jî ku got mercên li Efrînê tên qebûlkirin, di rastiyê de tu desthilata wê nîne. Li hemberî wê komên li Efrînê her tiştê dixwazin dikin bêyî ku bên cezakirin. Ew gelek caran jî bi xwe bi hev dikevin.”

Dr. Hawezy destnîşan kir ku NY`yî di 1`ê Adara 2021`an de nexşeya navendên binçavkirinê û girtîgehên li Efrînê belav kir û got: “Ji ber tawanbariyên têkiliya bi Rêveberiya Xweser re, kes winda dibin. Bi hezaran Kurd hatin revandin, anku ji bo xwestina fidyeyê ji aliyê komên çeteyan ve hatine binçavkirin. Ev tişt hatiye belgekirin. Komên çeteyan gefan li sivîlan dixwin, yên ku fidyeyêy nedin jî teslîmî dewleta Tirk dikin û bi tawanbariyên bêbingeh tên girtin.”

Dr. Hawezy her wiha behsa sûcên li dijî jinan kir û got: “Bi taybetî jinên Efrînê gelek êş kişandin, ku berê Yekîneyên Parastina Jin ava kirbû û wekî navenda hêza jinan dihat hesibandin. Jinan bi hevkariya zilaman herêm bi rê ve dibir û beşdarî xurtkirina aboriya herêmê dibû. Ev hemû hatin tunekirin. Îro jin ji tirsa kuştin, revandin nikarin ji malê derkevin, ji tirsa ku bên windakirin jî nikarin li ser dezgehên çapemeniyê derkevin.”

Her wiha destnîşan kir ku tunekirina Kurdên li Efîrnê ji bo endamên Encumena Nîştimanî ya Kurd ên ku dewleta Tirk wan di meclisên herêmî de bi cih dike jî derbasdar e, ku ew jî tên kuştin, revandin û hinek ji wan hîna windayî ne.

Dr. Hawezy wiha axaftina xwe domand: “Horo Osman mînakek e. Dewleta Tirk ew di meclisa bajarê Efrînê de erkdar kir. Ew 2`ê Cotmeha 2019`an di hevpeyvînekê li ser kenala TRT`ê ya tirkî de derket û piştî wê bi çend mehan winda bû. Li gorî çavkaniyên ji ENKS`ê, ew ji aliyê polîsên leşkerî yên girêdayî Artêşa Nîtştimanî ya Sûriyê ve hate binçavkirin.”

Akademsiyenê ji Brîtanya da zanîn ku “saziya SETA ya girêdayî AKP`ê gelek caran hevkariya di navbera polîstê leşkerî û dewleta Tirk de berz kir, ku Kurdên Sûriyê binçav kirin û bi awayekî li dijî qanûna Tirkiriyê û qaûna navneteweyî ew girtin. Her wiha hejmareke endamên ENKS`ê piştî ku agahiyên li ser çewisandina Kurdan li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve dan dezgehên çapemeniyê, tê pêşbînkirin ku windayî ne.”

DIZÎ, TALANKIRIN Û RÛXANDINA JÎNGEHÊ..

Di roja yekê ya dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, dîmenên li ser bûyerên dizî û talankirinê belav bûn ku çeteyan li pêş çavên arêtşa Tirk ew yek pêk dianîn û tiştên dizîne dibirin herêmên din ên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de wekî Ezaz, Cerabilus, Bab û li wir difirotin.

Li kêleka dizî û talankirinê, xwezaya Efrînê ku tê de 18 milyon darên zeytûnan hebû û salane 270 hezar ton zeytûn berhmed dida, ji terora artêşa Tirk û çeteyên wê nefilitî.

Li gorî daneyên ku ANHA`yê ji Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bi dest xistiye, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve 315 hezar û 600 darên zeytûnan û darên din birîne û zêdetirî 20 hezar darên zeytûnan ji binî ve rakirine û êzingên wê firotine.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk 15 hezar dar şewitandin û li gorî daneyên fermî yên Sûriyê ji esilê 33 hezar hektar rûpîvana ku ji bo çandiniyê hatiye veqetandin, çeteyan nêzî 12 hezar hektar erd şewitandine.

Îbrahîm Şêxo li ser zimanê şêniyekî li bajarê Efrînê dimîne “rewşa li wê derê bi dojehê bi nav kir.” Şêxo her wiha daxuyand ku rewş pir xirab e, nirxê madeyan biha ye, çete destê xwe datînin ser milkên welatiyan, nexasim li Efrînê revandin, dayîna fidyeyê, dizî û talankirin heye.

Şêxo wiha li axaftina xwe zêde kir: “Binpêkirinên li Efrînê pêk tên, wekî sûcên li dijî mirovahiyê tên hesibandin.”

Dr. Diween Hawezy diyar dike dewleta Tirk li Efrînê qirkirina etnîkî pêk tîne û bi domdarî wiha dibêje: “Wê hejmareke mezin ji şêniyên resen da koçberkirin û nehişt ku vegerin warê xwe.  Her wiha destê xwe danî ser çavkaniyên debara jiyanê jî wekî zeytûnan û li sûkên navneteweyî firotin.”

Hawezy her wiha destnîşan kir ku “dewleta Tirk ji bo tunekirina ruhê kurdî li Efrînê û tirkkirina herêmê hemleyekê bi rê ve dibe. Li hundirê Tirkiyê jî heman tiştî dike. Li şûna zimanê kurdî li dibistanan, zimanê tirkî ferz kiriye. Goristanên Kurdan hatine rûxandin. Dewleta Tirk ji bo tunekirina demografiya herêmên Kurdan, niştecihên biyanî anîne herêmê.”

JI BAJARÊ AŞTIYÊ VEGUHERÎ NAVENDA TERORÊ

Wekî binpêkirineke mezin ji urfên navneteweyî re, dewleta Tirk a dagirker bajarê Efrînê veguherandiye navendeke terorê û nuqteya şandina çeteyên ji Sûriyê ber bi welatên Rojhilata Navîn û Afrîkayê ve da ku ji bo berjewendiya ajandeyên Tirkiyê şer bikin.

Di vê derbarê de, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di 31`ê Mijdara 2019`an de eşkere kir ku çeteyên dewleta Tirk ji bo qedkirina navên kesên ku dixwazin biçin şerê Lîbyayê , 4 navend li cihên girêdayî xwe yên li Efrînê vekirin.

Navendek di bin çavdêriya çeteyên El-Hemzat de li avahiya berê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, navendek jî di bin çavdêriya çeteyên Cebhe Şamiyê li avahiya berê ya rêveberiya herêmî hate vekirin. Her wiha çeteyên Lîwa Mûtasim navendeke din li gundê Qîbarê vekirin, yek din jî di bin çavdêriya çeteyên Lîwa Şemal li taxa Mehmûdiyê hate vekirin. Di şerê Qerebaxê de jî di Îlona 2020`an de, dewleta Tirk û çeteyên wê navendên nû vekirin da ku çeteyan bi çek bikin û beşdarî şerê li dijî hêzên Ermenistanê bikin.

Dr. Diween Hawezy di vê derbarê de jî wiha got: “Lêkolîneke nû ya bi hevkariya peymangehên JISS û TRENDS li Îsraîlê û Îmaratê heye ku, têkiliya kûr a di navbera wekîlên ku dewleta Tirk sûdê jê werdigire da ku wan li Sûriye, Lîbya û Qerebaxê ji bo armancên xwe bi kar bîne. Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê para xwe ji dewleta Tirk digire. Her wiha ji ala Tirkiyê û wêneyê împeratoriya Osmanî ku dişibe wêneyên ku  şîrketa SADAT (saziya leşkerî ya taybet bi Erdogan) bi kar tîne. Bi wê yekê dişibe artêşeke nîv fermî ya Îxwan Mislimîn.”

Her wiha teqez kir ku ji ber ku ev kom perwerdeya leşkerî dibînin û xwedî fikirên dijberê gelek welatên cîran in, gefan dixwin û bi domdarî got: “Ew ajan in, dibe ku dewleta Tirk wan di şerên çekdarî de bi kar bîne da ku ji sûcan bireve. Dewleta Tirk rewşa penaberên Sûriyê bi kar tîne da ku wan bike çete û bişîne herêmên şer. Ev rêbaz dişibe rêbazê qaşo“Parêzvanên gundan (Quruçiyan)”, ku dewleta Tirk hin beşên xizan ên Kurdan bi kar tîne û dihêle ku li dijî Kurdên din şer bikin.”

Îbrahîm Şêxo tekez kir ku di dema Rêveberiya Xweser de li Efrînê aramî û îstiqrara hebû, lê belê pişt dagirkirina bajêr di 2018`an de rewşa guherî û diyar kir ku “berê piraniya şêniyên bajarê Efrînê Kurd bûn. Lê belê dewleta Tirk bi rêya bicihkirina Ereb û Turkmenan li şûna şêniyên resen demografî û binesaziya mirovî guherand. Nexasim ku bajar êdî bûyî navenda çeteyên dewleta Tirk ku li wir her tiştê dixwazin dikin.”

‘DIVÊ ZEXT LI DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ BÊ KIRIN Û BÊN DARIZANDIN’

Lêkolînerê brîtanî Dr. Diween Hawezy dibîne ku tevgera civaka navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk giran e û destnîşan dike ku civaka navneteweyî vê dawiyê bikaranîna çeteyan tenê di şerên Lîbyayê û Qerebaxê de şermezar kir û wiha domand: “Divê DYA zextê li dewleta Tirk bike, ji ber ku wekîla dewleta Tirk, Cehbet Nusra wekî komeke terorîst pejirand. Cebhet Nusra tev li refên Heyet Tehrîr Şam bû, ku dewleta Tirk li Idlibê hevkariyê pê re dike.

Heke zexteke navneteweyî li ser dewleta Tirk çênebe, bi taybetî girêdayî sûcên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê, dê ew çete sûcên xwe dewam bikin û dewleta Tirk jî ser wan bûyeran dipeçine.”

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a EFrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo jî banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî kir û xwest ku hêzên xwe ji erdên Sûriyê vekişîne. Her wiha xwest ku berdêlên pêwîst ji kesên ziyandîtî re bên dayîn, vegera sivîlan ji herêmên wan re bi garatiya navneteweyî bê misoberkirin û hemû çeteyên dewleta Tirk li ser sûcên ku pêkanîne, bên darizandin.

(cx)

ANHA