Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê 3 zarok qetil kirin

Ji ber topên dewleta Tirk ên demeke berê li dijî Eyn Îsay de, 3 zarokan jiyana xwe ji dest da. Bi vê yekê bîlançoya qurbaniyên êrişên dewleta Tirk ên li ser bajarokê de di dirêjahiya 4 mehan de bûn 9 sivîl.

Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê 3 zarok qetil kirin
17 adar, 2021   01:37
EYN ÎSA

Li derdora bajarokê Eyn Îsa yê stratejî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser rêya M4 êrişên leşkerên yên dewleta Tirk ên bi hewldanên dagirkirina 3 gundên rojhilat û rojavayê bajarok rû didin, di demeke ku QSD’ê ragihand ku tevahî hewldanên komên girêdayî dewleta Tirk ên xwegihandina rêya M4 û serweriya li ser çi gundekî de têk birin.

Di dirêjahiya çend mehan ji êrişên dewleta Tirk de, topên tank û hawinan ên neteqandî li gelek malên li derdora rêyên li nava bajarok, li gundên Seyda, Mielek, Cehbet, Xalidiyê, Mişêrfê, Hoşan û rêya M4 jî belav in.

Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef di demeke berê ji ajansa me re gotibû ku hin topên neteqandî hene û wiha gotibû: "Dewleta Tirk bi awayekî hovane topan li bajarok barandin û şêniyên bajarok ji ber guleyên topên neteqandî metirsîdar in."

15'ê Adarê, zarokê bi navê Ehmed Îbrahîm Abdurehîm (12), di encama teqîna guleyeke topa hawinê de ku dewleta Tirk a dagirker beriya çend hefteyan avêtibû ketina rojhilatê Eyn Îsayê,  jiyana xwe ji dest dabû.

Li gundê Um Hiwêş ê rojavayê navçeyê topeke din teqiya û di encamê de zarokên bi navên Sedam Elî Hisên (15) û Hemade Elî Mihemed (12) jiyana xwe ji dest da.

Di 27’ê Mijdara borî de jî, li nêzî gundê Ebû Sira yê li ser rêya M4 di encama teqîna guleya topeke  dewleta Tirk de, du zarokên bi navên Ubeyd Îsmaîl Ehmed (16) û Mihemed Elî Ehmed (18) jiyana xwe ji dest da û du zarokên dîtir jî bi giranî birîndar bûn.

Di êrişên dewleta Tirk ên li ser navçeya Eyn Îsayê de ku ev 4 meh in didomin, 9 sivîlan jiyana xwe ji dest û 16 jî birîndar bûn, li gel wê jî şêniyên 6 gundan ji malên xwe koçber bûn û malên wan ên li taxên bakur û başûrê Eyn Îsayê wêran bûn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di zêdetirî boneyekê de, bang li hikumeta Rûsyayê ya garantor û DYA’yê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk û sûcên wê yên li dijî Eyn Îsayê de bi berpirsiyariyên xwe rabin.

Tevî belavbûna hêzên hikumeta Şamê û polîsên leşkerî yên Rûsyayê li eniyên şer ên bi ser bajarok ve, Rûsya wekî dewleta "Garantor" tu helwest li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker nedaye. Li gorî peymana Sochî ya di navbera Enqere û Moskovê de ya ku di 22’yê Cotmehê de ji bo agirbestê pêk hatiye, ew hêz li herêmê ne.

(fr)

ANHA