Kongreya Star nameyek ji rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl re şand

Kongreya Star a Rojava nameyek ji rêxistinên jinên navneteweyî û saziyên civaka sivîl re şandin û banga zelalkirina rewşa rêber Abdullah Ocalan û bilindkirina têkoşînê kirin.

Kongreya Star nameyek ji rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl re şand
17 adar, 2021   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Star a Rojava ji bo xwedîkerketina li rêber Abdullah û Ocalan û zelalkirina rewşa wî ya tenduristiyê nameyek ji rêxistinên jinên navneteweyî û saziyên civaka sivîl re şand.

Di nameyê de hate gotin ku ji bo rêber Abdullah Ocalan were azadikirin, divê rêxistinên civakî, antîkapîtalîst û bi taybet rêxistinên jinan li dijî suc û binpêkirinên li girtîgehan têkevin tevgerê û têkoşîna xwe bilind bikin.

Nameya Kongreya Star a Rojava wiha ye:

Em bi boneya xemên xwe yê cidî ya di derbarê rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan de ji we re dinivîsin. Weke ku tê zanîn Birêz Abdlullah Ocalan ku ev zêdeyî 50 sal ji bo aşitî, demokrasî û azadiya jin tekoşîn dike, roja 15'ê Sibata 1999 de di çaroveya komployeke navnetewî de hate dîlgirtin. Ji dema girtinê ve ew di bin îşkenceya tecrîdê de ye.

Tecrîda ku li ser rêber Ocalan tê meşandin şerekî taybet e ku hewl didin bi rêya wî şerî  îradeya gelê Kurd bişikînin. Şert û mercên nemirovane yên ku li girtîgeha Îmraliyê tên meşandin, qanûnên Tirkiyê û qanûnên navneteweyî binpê dike.

Daxwazên parêzeran yên ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re, her tim ji ber sedemên neqanûnî tên redkirin. Hevdîtina dawîn a parêzer û muwekîl a li Girtîgeha Îmraliyê bi birêz Ocalan re di 7'ê Tebaxa 2019 de pêk hat. Ji wê demê û pê ve tu hevdîtin çênebûn û rewşa Birêz Abdullah Ocalan nayê zanîn.

Di paşerojê de, di derbarê rewşa birêz Abdullah Ocalan de provokasyonên dewleta Tirk hebûn, ku fikarên di derbarê rewşa birêz Abdullah Ocalan de ava dikirin. Wekî di Adara 2007`an de, guman ew bû ku ew hat jehrkirin, di sala 2020’an de, dema ku li Girtîgeha Îmraliyê şewatek derket, rewşa wî ne diyar bû. Di 14’ê Adara 2021’an de li ser hesabên medyaya dîjîtal yên Tirkan ên nenas idîa li ser rewşa tenderustiya Birêz Abdullah Ocalan hatin kirin.

Weke parêzerên wî, yên ku daxuyaniyek dan. Li ser wî bingehî gelê Kurd ji duh ve li kolanan e û doza zelalkirina rewşa wî û serbestberdana wî dikin, em jî wekî rêxistina jinên kurd û jinên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji rewşa birêz Abdullah Ocalan jî bi fikar in. Heya ku di derbarê rewşa rêber Abdullah Ocalan de zelaliyek dernekeve hole, gelê Kurd nikare bi aramî jiyan bike. Rewşa tenduristiya wî bi rewşa tevahiya gelê Kurd re têkildar e. Ewlehiya civakê bi ewlehiya rêberê wan tê pênasekirin, dewleta Tirk her ku dixwaze bi hestê mirovan bilîze û tirs û xofê di nav civakê de belav bike, êrişên bi vî awayî li dijî gelê Kurd pêk tîne.

Birêz Abdullah Ocalan ji bo mafên gelên bindest û nemaze ji bo mafên jinan têkoşîn dike û tekoşîna xwe li gireva Îmraliyê berdewam dike. Me wek jinên ji Rojava û jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji felsefe û bîrdoziya Birêz Abdullah Ocalan îlham, zanist û hêz wergirtiye û werdigirin. Bi vê zanist û hêzê me li vir dest bi şoreşa jinan kir û ji bo mafên jinan gavên mezin avêtin.

Çawa ku birêz Abdullah Ocalan her gav ji bo mafên jinan têkoşîn kiriye, divê em jî wek jin xwedî li Birêz Ocalan derkevin. Em bang li hemû rêxistinên civakî, antîkapîtalîst û nemaze yên jinan dikin ku li dijî binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê biaxivin û bikevin tevgerê ji bo ku zextê li saziyên berpirsiyar bikin da ku ew berpirsyariya xwe bi cîh bînin.

Em di derbarê rewşa tenduristî ya birêz Abdullah Ocalan de zelalbûnê dixwazin. Divê siyaseta tecrîdê bi dawî bibe. Divê Serokê gelê Kurd serbest bê berdan.