"Divê CPT ji bo zelalkirina rewşa tenduristiyê ya rêber Ocalan bi erka xwe rabe"

Bi hezaran şêniyên Reqa, Til Hemîs û Tebqa xwepêşandan li dar xisitn û bang li Komîteya pêşîlêgirtina Îşkenceyê (SPT) kir ku bi erka xwe rabe û rewşa tenduristiya rêber Ocalan zelal bike. Her wiha şehîdên komkujiya Helebçeyê ku ji aliyê rêjîma Baas a Iraqê ve hatiye pêkanîn, bi bîr anîn.

16 adar, 2021   15:07
NAVENDA NÛÇEYAN

REQA

Meclisa giştî ya bajarê Reqayê xwepêşandanek li darxist, bi sedan şêniyên Reqayê beşdar bûn. Di xwepêşandanê de şehîdên komkujiya Helebçe ku ji aliyê rejîma Baas a Iraqê ve hatibû pêkanîn û zêdeyî 5 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anîn. Her wiha bi daxuyaniyekê bang li aliyên peywendîdar kirin ku rewşa tenduristiya rêber Abdullha Ocalan zelal bikin rê bidin ku parêzer û mabat bi rêber Ocalan hevdîtinan pêk bînin.

Şêniyan li qada El-Neîm a navenda bajarê Reqayê xwepêşandan li darxisitn. Di xwepêşandanê de komkujiya Helebçe şermezar kirin. Paşê endama rêveber a Jinên Reqayê Fatme Nesan axivî û bal kişand ser bikaranîna çekên noklerî li dijî sivîlan û piştrast kir ku sûcên ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatine jî heman encama heman zihniyetê ye, divê werin cezakirin.

Li ser navê meclisên gel ên Reqa û gundewarên wê, Hevserokê Meclisa Şehîd Hêlîn Cûdî ya Reqayê Qasim Mihemed daxuyanî xwend û bang li aliyê têkildar kir ku rewşa tenduristiya rêber Ocalan zelal bikin.

Daxuyanî wiha hat domandin "Beriya 21 salan dewleta Tirk rêber Abdullah Ocalan bi terorê tawanbar kir û bi wê behaneyê dewleta Tirk û hêzên komploger rêber Ocalan dîl girtin û xistin zîndanê. Lê piştî ku felsefeya rêber Ocalan li tevahî cîhanê belav bû û bi saya fikir û felsefeya wî, tevahî cîhan ji terora DAIŞ xelas bû, hate îspatkirin ku Erdogan çêkerê terorê ye û sûc û projeyên wî li pêş çavên hemû dunyayê tên kirin."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:"Em weke şêniyên Reqayê em ê heta ku rêber Abdullah Ocalan azad nebe, em ê her tim li qadan bin û têkoşîna xwe bilind bikin."

Til Hemîs

Şêniyên Til Hemîs bi xwepêşandanekê komkujiya Helebçe şermezar kir.

Xwepêşandan ji taxên sereke yên navçeyê heya qada şehîdan dom kir. Piştre hevserokê meclisa navçeya Til Hemîs Xalid El-Nayif û yek ji rêvberên Kongreya Star ya navçeyê Neyîre El-Hemko axivîn û bang li civaka navneteweyî kirin ku zextê li AKP'ê bike da ku bihêle tîmên tenduristiyê derbasî girtîgehê bibin û rewşa rêber Ocalan bişopîne.  Her wiha destnîşan kirin ku divê CPT serdana Îmraliyê bike da ku agahiyên rast derbarê tenduristiya rêber Ocalan de, ragihîne."

TEBQA

Bi sedan şêniyên Tebqayê tevî rûspî, nûnerên eşîran, endamên saziyan sivîl û Meclisa Leşkerî daketin qadan û banga zelalkirina rewşa tenduristiyê ya rêber Abdullah Ocalan kir

Xwepêşandanê li taxa duyemîn ya bajêr dest pê kir û ber bi sûka navendî ve çû.

Piştî kombûna li qada kenîsê bi siloganan banga zelalkirina rewşa tenduristiyê ya rêber Abdullah Ocalan kirin, piştre Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ya Tebqa Musene Ebdulkerîm û rûspiyê qebîleya El-Weldê Hamid Ebdurehman El-Ferec axivîn û bang li aliyê peywendîdar kir ku bihêlin tîmên tenduristiyê yên navneteweyî serdana rêber Abdullah  Ocalan bikin û rewşa wî ya zelal bikin.

Her wiha Musene Ebdulkerîm û Hamid El-Ferec bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku tecrîdê rakin û bihêlin malbat û parêzer serdana rêber Abdullah Ocalan bikin.

(dx)

ANHA