​​​​​​​Kongreya Star têkildarî rewşa rêbertî nameyek ji aliyên têkildar re şand

Kongreya Star têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan, nameyek ji aliyên peywendîdar re şand. Kongreya Star di nameya xwe de daxwaza standina agahiyekê derbarê rewşa rêbertî de û rakirina tecrîdê kir.

​​​​​​​Kongreya Star têkildarî rewşa rêbertî nameyek ji aliyên têkildar re şand
16 adar, 2021   16:05
NAVENAD NÛÇEYAN

Kongreya Star têkildarî îdiayên ku medyayên civakî derbarê rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan de belav kirine ku cihê fikran e, nameyek ji aliyên têkildarî wekî saziyên Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) û Konseya Ewropayê re şand. Kongreya Star bang li rayedarên siyasî û îdarî kir ku bi berpirsiyarî tevbigerin û dev ji vê pêkanîna tecrîda cûdakar û tund a li dijî girtiyan berdin.

Di nameya Kongreya Star de wiha hate gotin:

"Em bi minasebeta xemên xwe yê cidî ya  derbarê rewşa tenduristî ya Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji we re dinivîsin. Birêz Abdlullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heya 2009'an tenê li a girtîgeha Îmraliyê ye. Ji 2009'an de, pênc girtiyên din di girtîgehê de girtî ne.

Ji dema girtinê ve ew di bin îşkenceya tecrîdê de ye. Her tim daxwazên parêzerên wî yên serdana muwekîlên wan ji ber sedemên neqanûnî hate redkirin. Hevdîtina dawîn a parêzer û muwekîl li Girtîgeha Îmraliyê bi birêz Ocalan re di 7'ê Tebaxa 2019 de pêk hat. Ji wê hingê pê ve tu hevdîtin çênebû û ne rewşa Birêz Abdullah Ocalan û ne jî ya 5 girtiyên din tê zanîn.

Di paşerojê de, derbarê rewşa birêz Abdullah Ocalan de provokasyonên dewleta Tirk hebûn, ku fikarên derbarê rewşa birêz Abdullah Oclan de ava dikirin. Wekî di Adara 2007'an de, guman ev bû ku ew tê jehrîkirin, an di sala 2020’an de, dema ku li Girtîgeha Îmralî şewatek hebû û rewşa wî ne diyar bû. Heya ku di derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî neyên girtin, gelê Kurd nikare bi aramî bijiî. Rewşa tenduristiya wî bi rewşa tevahiya gelê Kurd re têkildar e.

Di 14’ê Adara 2021’an de li ser hesabên medyaya civakî yên Tirkan a nenas îdia li ser rewşa tenderustiya Birêz Abdullah Ocalan hatin kirin. Weke parêzerên wî, yên ku daxuyaniyek dan, û gelê Kurd, ku ji duh ve li kolanan e û doza zelalkirina rewşa wî û serbestberdana wî dike, em jî wekî rêxistina jinên kurd û jinên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji rewşa birêz Abdullah Ocalan jî bi cidî fikar in.

Van mercên binpêkirina mafên mirovan ku Birêz Abdullah Ocalan û 5 girtiyên din tê de ne divê neyên qebûl kirin jî. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya nakokiyên li Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn azadiya Birêz Abdullah Ocalan wekî rêberê gelê Kurd girîng e. Bêdengiya civata naveneteweyî hevkariya îşkenceya tecrîdê ye.

Em bang li sazî û rêxistinên peywendîdar dikin da ku bi berpirsiyariya xwe rabin û rola xwe bilîzin ya ji bo rewşa tenderustiya Birêz Abdullah Ocalan û bi vî rengî vîna gelê Kurd bigirin ber çavan.

• Em daxwaza damezrandina kanalên ragihandinê dikin da ku rewşa tecrîdê ya li Îmraliyê ku bixwe îşkenceyê temsîl dike bi dawî bibe.

• Em derbarê rewşa Abdullah Ocalan de teqez zelalbûnêk dixwazin.

• Em dîsa bang li rayedarên siyasî û îdarî dikin ku bi berpirsiyarî tevbigerin û dev ji vê pêkanîna tecrîda cûdakar û tund a li dijî girtiyan berdin.

• Em daxwaz dikin ku çavdêriya Girtîgeha Îmraliyê were destûrkirin û mafên zagonî yên derbarê serdan û danûstandinê de bêyî cûdakarî werin bicîh anîn

• Divê siyaseta tecrîdê yekser were rawestandin."

ANHA