Hêzên dagirker gundên Şehbayê dane ber topan

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundên Eyn Deqnê û Bêlûniyê yên kantona Şehbayê topbaran dike.

Hêzên dagirker gundên Şehbayê dane ber topan
16 adar, 2021   13:39
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê her du gundên Eyn Deqnê û Bêlûniyê yên kantona Şehbayê topbaran dikin.

Têkildarî ziyanên topbaranê, agahiyên berfirehtir hîne bi dest neketine.

(cx)

ANHA