Hisên Osman: Berjewendiyên hêzên destwerdan, Sûriyê parçe kir

Endamê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê Hisên Osman diyar kir ku piştî deh sal di ser aloziya Sûriyê re derbas bû, gelê Sûriyê berdêl dide û ji ber destwerdanên hêzên derve û herêmê aloziyê kûrtir bû.

Hisên Osman: Berjewendiyên hêzên destwerdan, Sûriyê parçe kir
16 adar, 2021   07:40
MINBIC-SELWA EBDULREHMAN

15`ê Adarê salvegera 10`emîn  a aloziya Sûriyê ye ku bi destwerdana hêzên hegemonîk re, gelê Sûriyê bi kirîzê re rû bi rû hiştin.

Têkildarî mijarê Endamê Desteya Rêveber a Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê Hisên Osman axivî û got rageşiyeke di navbera hêzên herêmê û navneteweyî yên ku meydana Sûriyê serwer kirin heye, nexasim dewleta Tirk ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve destwerdan kir û dosya penaberên sûrî yên ji ber şer reviyane bi kar anî.

Osman wiha domand: "Piştî deh salan ji aloziyê, gelê Sûriyê hîn jî zehmetiyan dikişînin.  Mafên xwe bi dest nexistin û negihaştin armancên xwe yên azadî û wekheviyê, li aliyekî din jî hêzên bi nakok ên li ser erdnîgariya Sûriyê herêm kirin cihê serweriyên xwe û welat parçe kirin."

Osman da zanîn ku gelê Sûriyê gelek zehmetî dît û yên herî zêde êş kişandin zarok, xityar û jin in.

ꞌGEREK ALOZIYA SÛRIYÊ WERE ÇARESERKIRINꞌ

Hisên Osman got divê çareserî ji aloziyê Sûriyê re were dîtin, lê destpêkê divê hemû pêkhateyên Sûriyê li hev bikin û li ser maseyekê bicivin, ku ji bo Sûriyeke nû bigihêjin çareseriyeke siyasî ku dûrî şer be û dagirkeran derxin.

Osman destnîşan kir ku ew wekî Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê her tim piştrast dikin çareseriya aloziya Sûriyê, dê di destên gelê Sûriyê de be û li hundirê Sûriyê bi xwe be ne ku li derveyî wê be.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê ev yek li axaftina xwe zêde kir:"Em banga derxistina hemû hêzên ku ji bo berjewendiyên xwe li Sûriyê ne dikin ku li herêmên dagir kirine baregehên leşkerî ava kirine, li dijî gelê Sûriyê hemû cûreyên sûcan û kiryarên derexlaqî û mirovî pêk tînin."

Osman bang li civaka navneteweyî kir ku di rawestandina dagirkeriya ji Sûriyê re, bi rola xwe rabe û banga derxistina artêşa Tirk a dagirker ji Sûriyê kir.

Osman da zanîn ku civînên Soçî, Astana û Cinêvê û yên din tu çareserî bi xwe re neanîn,  ji ber ku xizmeta gelê Sûriyê nakin û aloziya Sûriyê kûrtir dikin, ji lew re peymanên ku nûnertiya xwediyên dozê neke dê naveroja wê vala be.

Osman bi domdarî got:"Divê gelê Sûriyê bey destwerdana aliyên derve biryarên xwe bistînin, bi rêya tevlêkirina hemû pêkhateyên Sûriyê ya ji komîteya destûrê re û nivîsandina destûra nû ya ji Sûriyê re, pêşerojeke nû ji xwe re diyar bikin."

Osman anî ziman ku ku bi vîn û biratiya gelên li herêmê ew ê terorê têk bibin û pêşerojeke nû ji Sûriyê re ava bikin, ger gelê Sûriyê hevgirtina xwe çêbike û nas bikin ku berjewendiyên wan bi hev re ye, dê bikarin Sûriyeke nû pirrengî û demokratîk ava bikin.

Osman di nava axaftina xwe de behsa armanca dewleta Tirk kir û got dewleta Tirk aloziya Sûriyê bi kar tîne, nexasim mijara penaberên sûrî ku ji bo planên xwe yên dagirkeriyê, vê dosyê wekî karteke zextê keysbaz dike û wiha dewam kir:"Êdî diyar e ku dewleta Tirk a dagirker û ji destpêka ku derbasî Sûriyê bû û hin herêm dagir kir, ji wan Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, guhartina demografiya van herêman çêdibe, herêmê tetrîk dike û lîreya dewleta Tirk ferz dike."

Hisên Osman di dawiya gotina xwe de desnîşan kir ku ji bo yekitiya gelan û jiyana hevbeş, divê hevgirtineke gelê sûrî çêbibe û li ser maseya diyalogan bicivin, diyalogên sûrî-sûrî li dar bixin û  aloziya Sûriyê çareser bikin.

(eh)

ANHA