Parêzerên Rêber Ocalan: Divê em bi lezgînî muwekîlê xwe bibînin!

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan gotin îdiayên li ser jiyana muwekîlê wan hatine belavkirin, ew û malbat xistine nava fikarên cidî û mezin û xwestin ku tavilê Rêber Ocalan bibînin.

Parêzerên Rêber Ocalan: Divê em bi lezgînî muwekîlê xwe bibînin!
16 adar, 2021   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Nevroz Ûysal, têkildarî îdîayên li medya dîjîtal ên li ser jiyana muwekîlê wan hatin weşandin, duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, lê hîn jî bersiv ji wan re nehatiye dayin. Parêzeran îro careke din serî li dozgeriyê dan û xwestin bi lezgînî muwekîlê xwe bibînin.

Di serlêdanê de hate bibîrxistin ku piştî 3'ê Adara 2020'î pêwendiya herî dawî ya bi Rêber Abdullah Ocalan re hate danîn di 27'ê Nîsana 2020'î de bi rêya telefonê bû ku bi birayê xwe re axivî. Parêzeran diyar kirin ku ji hingî ve serlêdanên wan ên ji bo hevdîtinê hemû hatine redkirin û gotin, "Serlêdanên me hemû bi rengekî li dijî hiqûqê yan hatin redkirin yan jî bêbersiv hatin hiştin."

'FIKARÊN CIDÎ HENE, DIVÊ TAVILÊ HEVDÎTIN BÊ KIRIN'

Di serlêdanê de hate ragihandin, ku di nava şert û mercên şewbê de jî ku gefê li jiyana mirovan dixwe, bi kêmanî destûr ji bo pêwendiyê nehatiye dayin û hate gotin, "Şert û mercên giravê, tecrîda hovane û şert û mercên girtîmayina demdirêj a muwekîlê me, binpêkirina qedexeya êşkenceyê ye. Tevî ku di raporên CPT'ê de têkildarî vê yekê tespît û pêşniyarên ji bo sererastkirinê hatine kirin jî gaveke erênî nehatiye avêtin."

Di serlêdanê de li ser parvekirinên medya dîjîtal ên têkildarî Rêber Abdullah Ocalan wiha hate gotin:

"Di serlêdanê de ji bo parvekirinên li medya dîjîtal ên li ser muwekîlên wan wiha hate gotin, "Herî dawî di 14'ê Adara 2021'ê de li ser hin malperê nûçeyan ên înternetê û hesabên medya dîjîtal, têkildarî yekparetiya bedenê û jiyana muwekîlê me, hin îdîayên cidî hatin kirin. Bêguman sedema weşandina nûçeyên bi vî rengî şert û mercên tecrîdê ye. Lê belê ev îdîaya herî dawî em û malbat xistiye nava fikarên cidî û mezin. Lewma em dixwazin yekser û tavilê hevdîtinê bikin. Ji ber vê yekê em li bendê ne ku derfetên hevdîtina malbatê û parêzeran a bi muwekîlê me re bê afirandin û ev daxwaza me ya serdanê bê qebûlkirin."

Parêzeran her wiha ji bo dîtina girtiyên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî serlêdan kirin ku tavilê hevdîtinê bikin.

(cx)