Siyasetmedarekî iraqî: Ocalan projeya altrnatîf a Rojhilata Navîn bi rê ve dibe

Şîrovekarê siyasî yê iraqî Eseed El-Ebedî got Rêber Abdullah Ocalan meşaleyên azadiya ji zilm, zordarî, nîjadperestiya etnîk, mezhebî, tayîfî û şofînzmê rakiriye û got: "Ocalan projeya altrnatîf a projeya Rojhilata Navîn a mezin ku armanc dike herêmê parçe bike, bi rê ve dibe.

Siyasetmedarekî iraqî: Ocalan projeya altrnatîf a Rojhilata Navîn bi rê ve dibe
16 adar, 2021   06:44
QAHÎRE-EMANÎ EZAM

Di salvegera 22`yemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de ku di 15`ê Sibatê de pêk hat, komeke rewşenbîrên misirî û Ereb bi navê "Însiyatîfa Erebî ya Azadiya Ocalan" însiyatîfeke dan destpêkirin. Armanc ji vê însiyatîfê ew e fikirê rêber Abdullah Ocalan û doza gelê Kurd bi gelê Ereb bide nasîn. Ev însiyatîf hem weke erkeke mirovî ji bo destekdayîna têkoşeran ji bo azadiya gelên wan hem jî ji bo nirxdayîna têkiliyên dîrokî yên di navbera Kurd û Ereban de, dest bi vê gavê kir.

Derbarê mijarê de şîrovekarê siyasî yê iraqî Eseed El-Ebedî diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan wekî azadiya hemû gelê kesên bindest û paşguhkirî yên li herêma Rojhilata Navîn e, ku ji dema peymana Sykes-Picot û parçekirinê ve azaran dikişînin û hîn jî bi parçekirinê re rû bi rû ne.

El-Ebedî destnîşan kir ku baweriya wî bi armancên ku rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd têdikoşe heye, ku kesên lawaz û paşguhkirî yên Kurd, Ereb, Ermen, Turkmen, Tirk û Faris li dorê kom dibin. Eseed El-Ebedî ev kes meşaleyên wefedariyê, azadiya ji zilm, zordarî, nîjadperestiya etnîk, mezhebî, tayîfî û şofînzmê bi  hemû navên xwe, radike.

El-Ebedî da zanîn ku rêber Abdullah Ocalan banga wefedariya di navbera gelan de dike û ev jî dikeve xizmeta aramiya herêma Rojhilata Navîn.

El-Ebedî ev yek li gotina xwe zêde kir: "Ocalan projeyeke altarnatîf a projeya Rojhilata Navîn a Mezin ku ji bo pêkanîna wê hêzên desthilatdar ên li herêma Rojhilata Navîn têdikoşin, bi rê ve dibe."

El-Ebedî têkildarî rêber Abdullah Ocalan got: "Em li hemberî kesayetekê disekinin ku xwe naspêre tu tayîfe, etnîk an olekî lê belê bi hemû wateyên şerefê, nirx û kevneşopiyên Rojhilata Navîn re dibe yek. Li ser esasê baweriya bi têkiliyên welatparêzî û dîrokî yên hevbeş ku pêkhateyên Rojhilata Navîn tîne gel hev."

 da zanîn ku ew li hemberî hemû lîsteyên ku îdîaya mezhebî, etnîkî yan jî olî dikin, lê belê bi hemû wateyên rûmet, îdeal û pîvanên Rojhilata Navîn ên li ser bingeha baweriyên hevbeş  ên neteweyî û dîrokî ku hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn tîne cem hev, dibe yek, da ku bi slogana neteweyê ku rêbertî pê bang dike re aştî û aramiyê misoger bike.

Şîrovekarê siyasî yê iraqî di dawiya axaftina xwe de got ew her tim banga serbestberdana girtiyê nêrînê û girtiyê fikir, rêber Abdullah Ocalan, dike.

Hêjayî gotinê ye ku hejmara nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb ên tev li însiyatîfa Erebî ya Azadî ji Ocalan re dibin, her ku diçe zêde dibe.

Mamosteya Zanistên Siyasî û endama Însiyatîfa Erebî ya Azadî ji Ocalan re Dr. Fernaz Atiyê Ehmed, beriya demekê ji ANHA`yê re piştrast kiribû ku wan ji bo azadiya rêber Ocalan zêdetirî 8 hezar îmze kom kirine û tekez kiribû ku hemle berdewam e û rojane berfirehtir dibe. her wiha got alîgirên azadiya rêber Ocalan rojane zêdetir dibin û daxuyand ku dê îmzeyên hatine komkirin bo hemleya navneteweyî ya taybet bi piştgirîdayîna rêber Abdullah Ocalan bên şandin.

(eh)

ANHA