Îbrahîm Êzidî: Hikumeta Iraqê û PDK`ê planên dewleta Tirk pêk tînin

Rojnamevan Îbrahîm Êzidî da zanîn ku hikumeta Iraqê û PDK’ê planên dewleta Tirk pêk tînin, armanca her du aliyan jî bicihkirina hêzeke xurt li Şengalê ye û piştrast kir ku Rêveberiya Xweser lêvegereke sereke ya gelê Şengalê ye.

Îbrahîm Êzidî: Hikumeta Iraqê û PDK`ê planên dewleta Tirk pêk tînin
16 adar, 2021   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Şengala  ku derguşa êzidî û Kurdan e, di pêvajoyên dîroka xwe de rastî gelek qirkirinan hatiye, ya dawî jî di 3`yê Tebaxa 2014`an de bû ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve pêk hat û hikumetên Bexda û Hewlêrê bi serkêşiya PDK’ê, gel bi êrişên hovane yên çeteyan re rû bi rû hiştin.

Lê civaka êzidî siyasetên Partiya Demokrat Kurdistanî û hikumeta Iraqê baş nas kirin û piştî bi saya YPJ û YPG`ê û HPG`ê Şengalê rizgar kir, xwe di hemû qadan de bi rêxistin kir.

Civaka êzidî li Şengalê Rêveberiya Xweser ava kir û hêzên xwe yên Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Asayîşa Êzidîxanê ragihand, lê ev yek ne li gorî siyaseta hin hêzan bû, di serê de dewleta Tirk û PDK`ê û herî dawî jî hikumeta Iraqê.

Hikumeta Iraqê û PKD`ê bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker û Amerîkayê di 9`ê Cotmeha 2020`an de peymanek îmze kir û tê de banga vegera hêzên her du aliyan li Şengalê kir û vîna gelê Şengalê paşguh kir.

Hikumeta Iraqê li derdora Şengalê hêzên mezin belav kirin û di Kanûna 2020`an de bi zextekê ji aliyê dewleta Tirk ve banga derxistina Asayîşa Êzidxanê ji bajarê Şengalê kir.

Serokkomarê Tirkiyê di 22`yê Çileyê de rasterast gef li Şengalê xwar û piştre Heşda Şabî hêzên xwe li herêmê xurtir kir.

Şêniyên Şengalê têkildarî gefên dewleta Tirk û kiryarên dawî yên hikumeta Iraqê nerazîbûnên xwe anîn ziman. Ji 2`yê Kanûna derbasbûyî ve rojane li pêşiya navenda Hêzên Asayîşê di nava çalakiyan de ne.

Di 11`ê Adarê de bi hezaran ji şêniyên Şengalê daket qadan, da ku piştgiriya Asayîşa Êzidxanê bikin û peymana 9`ê Cotmeha 2020`an red bikin, lê hêzên Iraqê kombûna gel a li navenda Şengalê asteng kir, da ku xwepêşandanan li dar nexin.

ꞌBÛYERÊN LI PAŞ PERDEYÊ CUDA NEꞌ

Rojnamevan Îbrahîm Êzidî diyar kir ku bûyerên niha li Şengalê diqewimin ji bûyerên li paş perdeyê diqewimin cuda ne, hikumeta Iraqê û PDK`ê bi zexta dewleta Tirk di 9`ê Cotmeha 2020`an de peymanek mohr kir, da ku vîna civaka êzidî bişkînin ku ji ber siyasetên hikumeta Iraqê û PDK`ê gelek zehmetî dîtin.

Îbrahîm Êzidî da zanîn ku armanca sereke ya ji peyamana di navbera serokê hikumeta Iraqê Mistefa Kazimî û PDK’ê, ew e ku bi planên dewleta Tirk serwerkirina ji Şengalê re zindî bike û rolên xwe di êrişên DAIŞ`ê yên li dijî Şengalê binixumîne.

Têkildarî belavkirina hikumeta Iraqê ji hêzên mezin ên li Şengalê re, Êzidî destnîşan kir ku ev cara yekemîn e ku hikumeta Iraqê hejmareke ew qas mezin ji hêzan dişîne.

Rojnamevan got ger hikumeta Iraqê di dema êrişên DAIŞ`ê de yên Ii dijî Şengalê, ev hêz şandibûya, li Şengalê ev bobelat çênedibû.

ꞌARMANC NE PARASTINA ŞENGALÊ YEꞌ

Rojnamevan Êzidî ev yek li gotina xwe zêde kir: "Ev yek ne ji bo parastina gelê Şengalê yan jî ji ber ku parçeyekî ji dewleta Iraqê ye, lê belê armanca sereke ya vê yekê ew e ku siyasetên hin dewletên derve pêk bînin, di serî de dewleta Tirk."

Rojnamevan Îbrahîm Êzidî eşkere kir ku mebesta PDK`ê ji şandina hêzên xwe yên ji bo Şengalê ew e ku rêveberî û vîna êzidiyan têk bibe û siyaseta xwe li ser civaka êzidî ferz bike, ku hîn jî azara siyasetên vê partiyê dikişînin.

Êzidî her wiha destnîşan kir ku êzidiyên li kampên Başûrê Kurdistanê ji ber siyaseta PDK’ê zehmetiyan dikişînin û tu kes nikare gotinekê jî bike.

Êzidî bal kişand ser dema ku PKD`ê û hikumeta Iraqê di êrişên çeteyan ên li dijî Şengalê de dev ji gel berdan û got: "Ew sedema sereke ya pêkanîna komkujiya li dijî gelê êzidî ne."

Îbrahîm Êzidî diyar kir ku her du alî ji îtîrafa navneteweyî ya bi komkujiya li Şengalê ditirsin, ji ber ku dê hesab ji wan were xwestin, ji lew re bi hemû awayan hewl didin rêxistina êzidiyan derbe bikin, hikumeta Iraqê û PDK`ê li dijî êzidiyan ne û her tim hewldana têkbirina ewlekarî û aramiya Şengalê dikin.

Îbrahîm Êzidî di  berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser mijara hêzên Heşd Şebî û got: "Piştî gefxwarinên serokkomarê Tirkiyê Erdogan ên li dijî Şengalê, hêzên din ên Heşd Şebî hatin, ku di rizgarkirina Şengalê ya ji çeteyên DAIŞ`ê de xwedî roleke diyarker bûn û niha li derdora Şengalê hejmara wan gihaştiye 20 hezar şervanî."

Êzidî da zanîn ku şêniyên Şengalê îşaret bi rola Heşda Şebî kir, nexasim piştî gefên dewleta Tirk, niha jî li derdora Şengalê ne, lê ew nizane ku ka di  demên pêş de ew ê Heşd Şebî destwerdana kar û barên Şengalê bikin an na, anku piştî metirsiya heyî bi dawî bibe.

Êzidî got: "Der barê hejmara mezin a Heşd Şebî ya li Şengalê metirsî heye ku Amerîkayê wan wekî hêzên bi ser Îranê ve dibîne."

Êzidî da zanîn ku ne dûr e Amerîkayê piştgiriya PDK`ê û dewleta Tirk bike çi ji aliyê lojistîkî be çi jî ji aliyê leşkerî ve ku Heşd Şebî ya li wir lawaz bike.

ꞌPARÊZGEHEKE NE NAVENDÎꞌ

Rojnamevan Îbrahîm Êzidî diyar kir ku gelê Şengalê gelek caran nêrînên xwe der barê komployên ku li dijî wan pêk hatine, anîn ziman û ew bi xwe dê dev ji rêveberiya xwe bernedin.

Êzidî da zanîn ku lêvegera sereke Rêveberiya Xweser e û bang li civaka êzidî kir ku kar û barên xwe di çarçoveya parêzgeheke ne navendî de bi rê ve bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li gorî destûra Iraqê ev yek mafekî xwezayî ye."

(eh)

ANHA