Cenazeyê şehîd Çiya Ehmed li Kobanê hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD'ê Çiya Ehmed (Gerîla Helinc) bi merasîmekê li goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê hate veşartin.

Cenazeyê şehîd Çiya Ehmed li Kobanê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Çiya Ehmed li Kobanê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Çiya Ehmed li Kobanê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Çiya Ehmed li Kobanê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Çiya Ehmed li Kobanê hate veşartin
15 adar, 2021   17:01
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyê şervanê QSD'ê Çiya Ehmed bi nasnav Gerîla Helinc bi merasîmekê girêseyî li goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê spartin axê.

/ar/uploads/files/2021/03/15/155507_ahmd-shykhw-.webp

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin a bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre endamê Desteya Rêveber a PYD'ê ya Herêma Firatê Ehmed Şêxo sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Her mirovek dixwaze bi rûmet bijî, lew re divê di oxira vê yekê de berdêl bêne dayîn. Mînaka herî nêzî şerê li Kobanê û goristana Şehîd Dicle ye ya ku ev şehîd hembêz kirin."

Şêxo destnîşan kir şehîd Gerîla qebûl nekir ku xaka wî were qirêjkirin, erka parastina xak û rûmetê wê girt ser xwe û soza xwe bi cih anî. Şêxo her wiha got: "Şehîdan rûmeta me parastin, divê em xeta wan bişopînin û  destkeftiyên ku bidest xistine biparêzin."

Ehmed Şêxo di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser pêşwazîkirina hikumeta Başûrê Kurdistanê ya ji serokê Îtîlafê re û wiha domand: "Qatilê têkoşer Gerîla ew bi xwe ne yên ku li Hewlêrê hatin pêşwazîkirin û heman kes in ên ku digotin me Efrîn û Serêkaniyê ji terorê rizgar kirin, ew in ên ku şehîd Gerîla û hevalên wî bi terorê tawanbar kirin, yên ku pêşwaziya wan kirine ji wan xirabtir in, ji ber ku fikir û planên dewleta Tirk pêk tînin."

Ehmed Şêxo di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku dijmin dema ku bixwaze gelekî têk bibe serî li derxistina fitneyê di navbera gelê de dide û ev tişt got: "Lê em ê nehêlin ku planên dijmin bi ser bikevin, em soz didin şehîd Gerîla û hemû şehîdan ku em ê şopdarên xeta wan bin û nahêlin ku xiyanet şoreşa me têk bibe, wekî çawa ku şoreşên berê têk birin."

/ar/uploads/files/2021/03/15/155536_majydh-hswn-.webp

Di merasîmê de endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Macîda Hesûn jî axivî û wiha got: "Goristana Şehîd Dicle îro pêşwaziya gelê xwe yê têkoşer dike da ku têkoşerekî din oxir bike. Bi saya van şehîdan em li vir kom bûne û bi azad, rûmetî û bi ziman û adaletên xwe li ser xaka xwe dijîn bêyî ku ji dijmin bitirsin."

Macîda Hesûn, bang li gelên herêmê kir ku li hemberî planên dijmin ên qirkirin û şerê taybet yekitiya xwe ava bikin û xeta şehîdan bişopînin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd Çiya Ehmed hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd Ehmed di nava durşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.

ANHA