Serokê hikumeta nû ya Lîbyayê sûnd xwar

Serokê hikumeta Lîbyayê Abdulhemîd El-Debîba û wezîrên hikumeta wê li pêşiya parlamentoyê sûnd xwarin.

Serokê hikumeta nû ya Lîbyayê sûnd xwar
15 adar, 2021   16:22
NAVENDA NÛÇEUAN

Merasîmê sûndxwarinê li avahiya demkî ya parlamentoyê ya li bajarê Tebreqê yê derdora 1300 km dûrî Terablusê ye, pêk hat.

Civîna yekemîn a parlamentoyê ya taybet  bi sûndxwarina hikumeta Yekitiya Niştimanî îro "Duşemê" dest pê kir, da ku yekser dest bi karê xwe bike.

Piraniya endamên parlamentoya Lîbyayê û balyozên biyanî di civînê de sûndxwarinê de amade bûn. Tê payîn ku  duşemê merasîmê radestkirina desthilatê ji bo meclisa serokatiya nû û hikumetê were pêkanîn.

Di civînê de Abdulhemîd El-Debîba sûnda parastina serxwebûna Lîbya, ewlehî û yekitiya xaka wê xwar.