Li Reqayê şehîd Umer Elûş hate bi bîranîn

Endamê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Umer Elûş di salvegera 3'yemîn a şehadeta xwe de hate bibîranîn.

Li Reqayê şehîd Umer Elûş hate bi bîranîn
15 adar, 2021   15:47
REQA

Merasîm ji aliyê Meclisa Sivîl a Reqayê li avahiya meclisê ve hate lidarxistin. Bi dehan şêniyên bajarê Reqayê, şêx û rûspiyên eşîran û nûneriyên partî û hêzên siyasî di merasîmê de amade bûn.

Qada meclisê bi wêneyên şehîd Umer Elûş, şehîdên Meclisa Sivîl a Reqayê û şehîdên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate ximilandin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre ser navê Rêveberiya Xweser  hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş axivî û got: "Ji bo me tevan Umer Elûş wekî heval, bira û mamosteyekî bû û yek ji damezrînerên Meclisa Sivîl a Reqayê bû."

El-Mihbaş diyar kir ku Umer Elûş di avakirina Meclisa Sivîl a Reqayê û Partiya Sûriya Pêşerojê de xwedî roleke mezin bû û tu carî ji xizmeta gelên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tengezar nedibû.

Ebid Hamid El-Mihbaş destnîşan kir ku di qada siyasî, civakî û rêxistinî de Umer Elûş ji bo xizmeta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê karekî bi exlaq û wîjdan dikir û bi çalakbûna xwe dihat naskirin.

Dûvre serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan jî axivî û got:"Wekî vê rojê me bira û hevalekî ezîz li ber dîlê hemû şêniyên herêmê ji Kurd û Ereb wenda kir. Me gelek taybetmendî, di nav de danûstandin ji şehîd Umer Elûş girtine. Tevî geşedanên li herêmên me rû didin, em her tim banga diyaloga bi hemû aliyan re dikin."

El-Qeftan got şehîd Umer Elûş wekî minareya xêr û danê bû û diyar kir ku kesên ku şehîd Umer Elûş nas kiriye wî bi rihê welatparêziyê nas kiriye, tu carî xwe nedavêt hembêza neteweya Kurd an jî Erebî, ji ber ku xwe her tim wekî sûrî didît.

Hevrên şehîd Elûş, ji wan parêzer Ewas Elî, Şêx Hamid El-Ferec jî axivîn û gotin ew şehîd Umer Elûş serbilind in û gotin şehîd Umer Elûş şehîdê mirovahiyê ye û di çareseriya pirsgirêkên ku karê Meclisa Sivîl a Reqayê asteng dikirin de pêşeng bû.

Kesên axivîn soza şopandina şehîd Umer Elûş û hemû şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.

Şehîd Umer Elûş di 15`ê Adara 2018`an de ji aliyên şaneyên terorîst ên istixbata Tirkiyê ve li mala xwe ya li bajarê Girê Spî hate şehîdxistin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2arNyzS3HaA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>