Ji bo zarokên Kobanê şahiya Newrozê hate lidarxistin

Bi rasthatina cejna Newrozê, Weqfa Jina Azad û Navenda Mala Sêwiyan a Keskesor Alan ji bo zarokên sêwî û yên şehîdan şahiyek li dar xist.

Ji bo zarokên Kobanê şahiya Newrozê hate lidarxistin
15 adar, 2021   15:58
KOBANÊ

Şahî bi beşdariya bi dehan zarokên sêwî, zarokên şehîdan û endamên saziyan li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê hate lidarxistin.

Şahî bi axaftina endamê Rêveber a Weqfa Jina Azad a Kantona Kobanê Emîna Mihemed dest pê kir, Emîna got di nava 3 salan de weqfeyê ji bo mafên zarokên û dabînkirina hemû hewcedariyên wan, gelek xizmet ji Mala Sêwiyan re kir.

Emîna Mihemed diyar kir ku di vê qonaxê tişta ku ji wan tê xwestin ew e ku zarokên ku malbatên xwe di şer de wenda kirine kêfxweş bikin û her ji demekê ve şahiyan ji bo wan li dar bixin.

Di şahiyê de koma zarokan a girêdayî navenda Çand û Hunerê stran û govend pêşkêş kirin.

(eh)

ANHA