Di salvegera dagirkirina Efrînê de fîlmê "Sîka Çiyayê Kurmênc''

Malbenda Heleb a Rewşenbîrî  bi wesîleya salvegera 3'yemîn a dagirkirina Efrînê de fîlmê bi navê " Sîka Şiyayê Kurmênc" pêşanda.

Di salvegera dagirkirina Efrînê de fîlmê "Sîka Çiyayê Kurmênc''
Di salvegera dagirkirina Efrînê de fîlmê "Sîka Çiyayê Kurmênc''
Di salvegera dagirkirina Efrînê de fîlmê "Sîka Çiyayê Kurmênc''
15 adar, 2021   15:23
HELEB

18'ê Adarê salvegera sêyemîn a dagirkirina kantona Efrînê ji aliyê dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên wê ve ye, bi vê wesîleya bi êş, Malbenda Heleb a Rewşenbîrî fîlmê bi navê "Sîka Çiyayê Kurmênc" pêşanda.

Fîlm li hola Civînan a Meclisa Sûriyê Demokratîk (MSD) a beşa rojhilata taxê Şêxmeqsûd bi beşdarbûna dehan şêniyên bajarê Efrînê û nûnerên rêxistinên sivîl hat pêşkêşkirin.

Fîlm balê dikişîne ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê, şehîdxistin û birîndarkirina sivîlan, rojên dawî yên beriya koçberkirina şênyian.

Fîlm di mîhrîcanên Akşî ya li Meksîko û Balbi, Babel, New York, Atîn û Rojava de hat pêşandan û xelatek stand.

Fîlm li 40 dewletên Ewropayê ji wan; Spanya, Îtalya, Fransa, Yewnanistan û Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê hate pêşandan.

Derhênerê fîlmê Azad Avdîk ji Serêkaniyê sala 1977'an ji dayik bûye, di çêkirina fîlman de dixebite, di heman demê de rêveberê şirîka" "Panos Film" a çêkirina fîlman e ku navenda wê li Serêkaniyê bû û piştî dagirkirina veguhest bajarê Qamişlo .

(dm)

ANHA