Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 3 kesên din bi korona jiyana xwe ji dest dan

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ragihand ku 27 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 3 kesên din bi korona jiyana xwe ji dest dan
15 adar, 2021   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane 3 jin in û ji bajarê Kobanê .

Ciwan Mistefa piştrast kir ku li Bakur û Rojhilata Sûriyê 27 kesên din bi vîrusa koronayê, ji wan; 11 mêr in û 16 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 9

Qamişlo: 11

Dêrik: 1

Girkê Legê: 1

Amûdê : 1

Reqa: 4

Mistefa da zanîn ku 5 kesên ku di demên cuda de bi korona ketibûn jî baş bûne .

Bi van daneyan hejmara giştî pêketiyên koronayê gihaşt 8 hezar û 855 kesan ji wan; 341 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 259 kes jî baş bûne.

(dm)

ANHA