YE: Aloziya Sûriyê ji çareseriyê dûr e, cezayên li ser hikumetê dê bidomin

YE'yê reşbêniya xwe derbarê çareserkirina aloziya Sûriyê de diyar kir û got, aloziya Sûriyê hîna ji çareseriyê dûr e. Her whia ragihand ku dê cezayên li ser hikumeta Şamê bidomin.

YE: Aloziya Sûriyê ji çareseriyê dûr e, cezayên li ser hikumetê dê bidomin
14 adar, 2021   18:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ewropayê (YE) ragihand ku bêyî vebijêrka siyasî, çareserî li Sûriyê ne pêkan e, her wiha got: "Cezayên li ser Şamê dê bidomin, em ê di Gulana bê de cezayan li dijî rejîma Sûriyê nû bikin."

Nûnerê siyaseta derve û ewlehî ya YE'yê bi daxuyaniyekê têkildarî salvegera destpêkirina aloziya Sûriyê got, aloziya Sûriyê hîna ji çareseriyê dûr e, divê rejîm û hevalbendên wê biryarên Konseya Ewlekariyê bi cih bînin.

Her wiha bang li hikumeta Şamê kir ku tundiyê bi dawî bike û girtiyan berde û got, tundiya ku rejîm li dijî gelê Sûriyê pêk tîne û binkeftina wê di çareserkirina pirsgirêkan de sedema serhildanê bû, ku veguherî şerekî çekdarî û kîrzeke navdewletî.

Berpirsê YE'yê bal kişand ser kîrza koçberî û penabertiya xelkên Sûriyê û got, kîrza herî mezin a koçberiyê li cîhanê; 5.6 milyon penaber û 6.2 koçber di hundirê Sûriyê de ye.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, ji 15'ê Adara 2011'an heta berbanga 14'ê Adara 2021'an, li Sûriyê 388 hezar û 652 kes, di nav de hezar û 13 sivîl  ji êrişên dewleta Tirk a dagirker jiyana xwe ji dest dan.

ANHA