Li Şedadê komeleya piştgiriya astengdaran hat vekirin

Komeke ciwanan li Şedadê komeleya xêrxwazî ya piştgiriya astengdaran vekir.

Li Şedadê komeleya piştgiriya astengdaran hat vekirin
Li Şedadê komeleya piştgiriya astengdaran hat vekirin
Li Şedadê komeleya piştgiriya astengdaran hat vekirin
14 adar, 2021   14:31
HESEKÊ-BASIM DEXÎL

Bi beşdariya saziyên Rêveberiya Xweser û şêniyên Şedadê, komeke ciwanan nivîsgeha komeleya Emel a Xêrxwazî ji bo piştevaniya astengdaran vekir.

Desteya Karên Civakî ya Rêveberiya Xweser ruxseta vekirina komeleyê da, ev komele wek insiyatîfeke yekemîn li ser asta herêma başûrê Hesekê ye.

Endamê Komeleya Emel a Xêrxwazî Macid Hesonî destnîşan kir ku ji nêzî 9 mehan de komeleyê dest bi xebatê kiriye, lê belê bêyî nav an jî ruxseteke fermî ji Rêveberiya Xweser de bû, ji ber ku hejmara wê kêm bû. Lê belê piştî hejmareke endam ji saziyên sivîl û ciwanên şêniyên navçeyê beşdarî komeleyê bûn, da ku alîkariyên mirovî pêşkêşî astengdaran û malbatên hewcedar bikin, komeleyê ruxset wergirt.

Hesonî da zanîn ku armanca komeleyê ne qezenckirin e ne jî projeyeke fînansê ye û wiha got: "Endamên vê komeleyê ji şêniyn navçeyê ne û armanca wan pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ye, ji kursiyên astengdaran û hwd ji pêdiviyên astengdaran û malbatên xizan."

Hesonî bang li şêniyên tev li komeleyê nebûne kir ku bi lez tev lê bibin, da ku derfetên komeleyê zêde bibe û alîkariyeke mezin pêşkêşî kesên hewcedar ên navçeyê û gundewarên girêdayî wê bikin.

Hesonî bang li rêxistinên alîkarî û mirovî yên ku di heman aliyî de kar dikin, kir ku alîkariyan pêşkêş bikin da ku nivîsgehên dîtir li gundên li seranserî erdnîgariya başûrê Hesekê vekin.

Komeleya Emel a Xêrxwazî hewl dide navenedeke taybet ku girîngiyê bide çalakiyên astengdaran û geşkirina behreyên wan, veke.

(fr)

ANHA