​​​​​​​‘Em soz didin ku bi yekitiya neteweyî xwedî li bîranîna şehîdên Helebçeyê derkevin’

KJAR’ê bi boneya salvegera Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku “Di vê salvegerê de jî em şehîdên Helebçeyê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku li Kurdistana azad, bi yekitiya neteweyî em ê xwedî li bîranîna wan derkevin.”

​​​​​​​‘Em soz didin ku bi yekitiya neteweyî xwedî li bîranîna şehîdên Helebçeyê derkevin’
14 adar, 2021   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN 

Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) têkildarî salvegera Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê wiha hate gotin: "Sibeha 16'ê Adarê, balafirên şer tozeke zer li Helebçeyê reşandin. Mîna balafirên çandiniyê yên dermankirinê, bombeyên bi balafiran barkirî yên ji Bexdayê hatin, piştî ku bombeyên kîmyewî li Helebçeyê reşandin, ji vû ve berê xwe dan Bexdayê û winda bûn. Ewrê ji tozê destpêkê sor bû, piştre jî bû şîn. Piştre jî ji erd û ezmanan bêhn hat: bêhneke giran a bihîvê, bêhna pîvaza xerabûyî, bêhna gihayê nû hatiye jêkirin û gelek bêhnên din di nava hev ketin.

Bêyî ku fîşekek bi tenê jî biteqe, bêyî teqîna bombeyan, bêyî eciqîna ji ber tankan, bêyî hilweşîna malan, bêyî şikestina caman, bêyî rûxandina dîwaran Helebçe bi xewa mirinê ve çû.

Ew roj roja qiyametê bû ku ji bo mirovan roj sekinî bû, stêrk nema biriqîn û hatin xwarê, çiya meşiyan, derya şewitî, ezman qetiya, erd qelişî, deng bêdeng bû, Îsrafîl li Sûrê da.

Wê rojê Saddam ji bo qiyametê bîne serê Kurdan biryar dabû. Li her cihê ku bêhna mirinê gihîştê yên sax man bi xwînê verşiyan, di nava êgir de şewitîn, birîn li bedena wan der bûn.

Yên sax man, firsend nedîtin ku miriyên xwe veşêrin, li ser wan bigirîn û yekser berê xwe dan çiyê. Mîna lehiyekê, mîna aşûtek ji çiya dihate xwarê, her mezin bûn û ber bi çiyê ve herikîn.

Bajarok, gund, gundik vala bûn. Pêl bi pêl jinûve gihîştin hev. Ber bi çem, deşt û çiyayan ve herikîn. Bûn Zap, bûn Hêzil, bûn Dîcle, bûn Firat. Ber bi Bakur ve, ber bi aliyê berevajî ve herikîn, bûn Şattûl-Kurdistan."

'LI KURDISTANA AZAD EM Ê XWEDÎ LI BÎRANÎNA WAN DERKEVIN'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku meha Adarê li gel serhildan û berxwedanê, ji bo Kurdan mehek e ku gelek komkujî tê de pêk hatine û hate gotin: "Ji van a herî giran jî komkujiya li Helebçeyê bû ku bi hezaran mirovên me bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Di vê salvegerê de jî em şehîdên Helebçeyê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku li Kurdistana azad, bi yekitiya neteweyî em ê xwedî li bîranîna wan derkevin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo heman komkujiyên mîna Helebçeyê rû nedin, divê feraseta netewe dewletê ya yekperest ji holê bê rakirin û hate gotin: "Dilsoziya bi bîranîna şehîdên Helebçeyê, bi têkoşîna li dijî ferasetên bi vî rengî dibe. Ji bo vê jî gelekî girîng e ku gelê Kurd pêşengiyê ji zîhniyeta demokratîk re bike û di demokratîkkirina Rojhilata Navîn de bi roleke dîrokî rabe."

KJAR’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Gelê me û gelên herêmê hemû; ji bo komkujiyên mîna Helebçeyê, Serdeştê, Kobanê, Cizîrê nebe, wê di têkoşîna demokratîkbûna Rojhilata Navîn de mîna duh îro jî bi erk û berpirsyariya xwe rabe."