Parlamenter Daban: Hikumeta Başûr bi rêya saetên avê sîstema GPS li malan bi cih dike

Parlamenterê Başûrê Kurdistanê Daban Mihemed bi rêya civîneke çapemeniyê ragihand ku Hikumeta Başûrê Kurdistanê bi rêya saetên avê, sîstema GPS ya cih diyarkirinê, di malan de bi cih dike.

Parlamenter Daban: Hikumeta Başûr bi rêya saetên avê sîstema GPS li malan bi cih dike
14 adar, 2021   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê Herêma Kurdistanê Daban Mihemed yê li ser fraksiyona Tevgera Goran, li ofîsa parlamentoyê ya li Silêmaniyê, derbarê bicihkirina saetên avê yên di malan de, civîneke çapemeniyê da.

Dabah Mihemed diyar kir ku şaredarî 100 heya 200 hezar dînar pere li malên ku sîstema saetê ya avê girênedane, biriye.

Daban Mihemed derbarê bicihkirina saetên avê yên di malan de îdeayek balkêş avêt holê.

Li gorî Baban, Hikumeta Herêmê bi rêya bicihkirina saetên avê, di malan de GPS (sîstema cih diyarkirinê) bi cih dike û bi rêya wê sîstemê zanyariyan ji nav malan kom dike. Baban got ku heya niha li Silêmaniyê ji bo malan ev sîstem nehatiye danîn.

Baban di dawiyê de jî got; “Saetên avê yên ji derve tînin hemû sexte ne. Bi nirxeke giran difiroşin wlatiyan. Lê taxên ku malên berpirsan lê hene, ti kes neçûye wan cihan û ev sîstem li wan cihan nehatiye danîn. Lê ev sîstem li hinek taxên ku pirsgirêkên avê lê hene jî, hatine danîn. Yanî hinek tax hene bi rêya tankeran avê werdigrin, tevî vê jî ev sîstem li wan taxan hatiye bicihkirin.”

<iframe width="750" height="447" src="https://www.youtube.com/embed/yFWD0oiwORw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>