Eniya Tirkmenan a Iraqê piştî gefên li dijî herêmê, navendeke xwe li Hewlêrê vekir

Serokê Eniya Tirkmenan a Iraqê Erşed Salihî navenda xwe li Hewlêrê vekir. Salihî li ser mijara referandumê û amadekarina pûlê ku nexşeya Kurdistanê li ser bû, gotibû “Gavên bi vî awayÎ ewlekariya herêmê û Iraqê tehdît dikin. Divê Rêveberiya Herêma Kurd ya Iraqê van gavan bide sekinandin.”

Eniya Tirkmenan a Iraqê piştî gefên li dijî herêmê, navendeke xwe li Hewlêrê vekir
14 adar, 2021   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Eniya Tirkmenan a Iraqê (ITC) îro bi merasîmekê li Hewlêrê navenda xwe vekir. Navend bi amadebûna serokê Eniya Tirkmen a Iraqê Erşed Salihî, wezîrê Tirkmen ê ji pêkhateyên Herêma Kurdistanê berpirsyar Aydin Meruf û gelek berpirsên Tirkmenan hate vekirin.

Erşed Salihî di dema referandumê de û gelek carên din dijberiya Kurdan kir û li ser mijara pûlê ku nexşeya Kurdistanê li ser e, gef li rêveberiya Herêma Kurdistanê xwaribû û gotibû: “Gavên bi vî awayî gefê li ewlekariya milî ya herêmê û Iraqê dixwin. Divê gavên wisa bidin sekinandin û şaşiyên berê (referandum) dubare nekin.”

Erşed Salihî her wiha der barê mijarê de daxuyaniyeke lezgîn jî ji rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestibû.