‘YBŞ û Asayîşa Êzîdxanê îradeya gelê me yê Şengalê temsîl dikin’

PYD`ê piştgiriya xwe ji gelê Şengalê re nîşan da û bang li hikumeta Iraqê kir ku li şûna zextê û gefan zimanê diyalogê bi kar û bîne got "Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên YBŞ`ê îradeya gelê me yê Şengalê temsîl dikin.”

‘YBŞ û Asayîşa Êzîdxanê îradeya gelê me yê Şengalê temsîl dikin’
14 adar, 2021   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de xweragirtin û berxwendana xelkê Şengalê silav kir. Her wiha tekez kir ku "modela Rêveberiya Xweser a Şengalê, kilîta çareseriya hemû dozên li Iraqê ye, ji ber ku modeleke demokratîk û alternatîf e."

PYD`ê di destpêka daxuyaniya xwe de berxwedana gelê Şengalê ya li hemberî kiryarên nedemokratîk ên hikumeta Iraqê yên li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê û saziyên wê, silav kir.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku xelkê Şengalê bi dehan caran rastî qikirina komî hat, ji ber ku ne xwedî hêzeke parastinê bûn û wiha dewam kir: "Komkujiyên ku DAIŞ`ê di 3`yê Tebaxa 2014`an de li dijî xelkê Şengalê pêk anîne, mînaka herî berbiçav a vê rastiyê ne."

PYD`ê wiha da zanîn: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên YBŞ`ê îradeya gelê me yê Şengalê temsîl dikin. Di heman demê de nedubarekirina komjiyên nû li dijî gel misoger dikin. Ew beşekî saziya parastinê ya Iraqê ne û ew yek ne li dijî destûra Iraqê ye."

Her wiha tekez kir ku modela Rêveberiya Xweser li Şengalê kilîta çareseriya hemû dozên li Iraqê ye, ji ber ku modeleke demokratîk û alternatîf e.

PYD`ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hikumeta Iraqê kir ku li şûna zextê û gefan zimanê diyalogê bi kar bîne û taybetmendiya vê herêmê li ber çavan bigire û wiha hate gotin: "Em tekez dikin ku em bi îradeya gelê xwe yê Şengalê re ne. Ji ber ku doza xweparastinê mafekî rewa ye û bêyî wê nabe."

(cx)