Kontrola zeviyên petrol û gazê yên li gundewarên Reqayê ket destê Rûsyayê

Piştî pêşbaziya di navbera Rûsya û Îranê de ya li  ser zeviyên petrolê yên Sûriyê, hêzên Rûsyayê 2 zeviyên petrolê û gazê yên gundewarên başûrê rojavayê Reqayê xistin bin kontrola xwe.

Kontrola zeviyên petrol û gazê yên li gundewarên Reqayê ket destê Rûsyayê
14 adar, 2021   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên ‘Feyleqa 5`an’ a Rûsyayê duh kontrola xwe li ser zeviya "Sewra" a li başûrê rojavayê Reqayê ferz kir, piştî ku komên ‘Fatimiyûn’ ên pasdarên Îranê ji wir vekişiyan.

Li gorî agahiyên rojnameya Şerq El-Ewsat hêzên Feyleqa 5'an zeviya gazê ya ‘Tiwênan’ li herêmên Tebqa ya gundewarê Reqayê li ser sînorên îdarî yên çola bakurê rojhilatê Humisê, kontrol kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku niha hilberîna zeviya Sewra rojane bi qasî 2 hezar bermîl petrol e.

Zeviya Tiwênan ku berê di bin kontrola Îranê de bû û ji hêla şîrketa Hîsko ve tê birêvebirin, rojane bi qasî 3 milyon metrekabik gaza paqij û 60 ton gaza malan çêdike.

Piştî civînek li balafirgeha leşkerî ya Dêrazorê di navbera efserekî Rûsyayê û karsazê sûrî Husam Qatircî, hêzên Rûsyayê yên li Sûriyê ji bo veberhênana zeviyên petrolê yên El-Tîm û El-Werd li parêzgeha Dêrazorê bi peymanek ji bo 5 salan da şîrketa Erfad. 

Her wiha hêzên Rûsyayê ji hevîna borî de zeviyên El-Tîm û El-Werd ên Dêrazorê kontrol kirin. Lê ji dema ku çeteyên DAIŞ'ê ji 2017'an de ji wir hatin derxistin, komên Îranê zeviyên El-Hisyan û El-Hemar ên gundewarên Bûkemalê kontrol kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, Rûsyayê zeviyên El-Hisyen û El-Hîmar ên gundewarên Bûkemalê xistin bin kontrola hêzên girêdayî Îranê.

(dx)