Panorama hefteyê: Erebistana Siûdî dosyaya Sûriyê wekî kaxeza zextê li dijî DYA'ê bi kar tîne

Çavdêran diyar kir ku Erebistana Siûdî bi nêzîbûna xwe ya bi Rûsyayê re dosyaya Sûriyê wekî kaxizekê li dijî rêveberiya Amerîkayê bi kar tîne, li aliyekî din jî Misir şert li pêşiya dewleta Tirk danî ku heger bixwaze têkiliyên xwe pê re normal bike, divê destwerdana kar û barên herêmê neke. Her wiha tê texmînkirin ku li Lubnanê jî rewş gurtir bibe.

Panorama hefteyê: Erebistana Siûdî dosyaya Sûriyê wekî kaxeza zextê li dijî DYA'ê bi kar tîne
14 adar, 2021   05:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa nêzbûna rûsî-siûdî, peyamên dewleta Tirk ji Misirê re û krîza Lubnanê kirin .

 ‘PEYAMA EREBISTANA SIÛDÎ JI DYA’YÊ RE: HÛN NÊZÎ TEHRAN DIBIN, EM Ê JÎ NÊZÎ ŞAMÊ BIBIN’

Rojnameya El-Ereb behsa nêzikatiya Rûsya û dewletên Kendavê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê di aliyê siyasî de kir û wiha nivîsî: "Serdana wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji Erebistana Siûdî re encamên ku nehatibûn texmînkirin ji xurtkirina hevkariya dualî, bi taybet di dema helwestên Amerîkayê yên dawîn der barê Erebistana Siûdî de, bi xwe re anîn. Her wiha girîngî da dosyayên herêmî mîna lihevkirina li ser diyalogê ji bo agirbesta li Yemenê û bi taybet rewşa girêdayî Sûriyê. Erebistana Siûdî zêdetir nêzî helwesta Rûsyayê ye da ku bigihêjin çareseriyeke siyasî ku êşa gelê Sûriyê bisekinîne. Bi vê yekê re hesabên wan ên taybet bi Washingotin û Tehranê re hene.

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan di civîneke çapemeniyê ya hevbeş bi wezîrê Rûsyayê Sergey Lavrov re, got lihevkirina Sûriyê çareseriyeke siyasî dixwaze û xwesteka welatê xwe ji bo bidawîkirina vê aloziyê nû kir.

Feysel Bin Ferhan destnîşan kir ku ew baldar in ku çareserkirina aloziya Sûriyê bi her kesî re koordîne bike û di nav de jî Rûsya.

‘ŞERTÊ MISIRÊ YÊ NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYÊN BI DEWLETA TIRK RE; DESTWERDANÊ NEKE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat di hejmara xwe ya îro de behsa şertên Misirê yên normalîzekirina têkiliyên bi dewleta Tirk re kir û wiha nivîsî: “Çavkaniyekî fermî yê Misirê ragihand ku heke dewleta Tirk dixwaze têkiliyên bi Misirê re normalîze bike, divê destwerdana li kar û barên hundirîn ên welatên herêmê rawestîne. Ev ragihandin wek bersivdayîna daxuyaniya wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu yên der barê berdewamkirina peywendiyên bi Qahîreyê re, pêk tê.

Çavkaniyekî ji ajanseke Misirî re diyar kir ku her welatek ku dixwaze têkiliyan bi Misirê re deyne, divê li gorî pîvanên qanûnên navneteweyî û rêgezên têkiliyên baş bi welatên cîran re tev bigere û dev ji hewldanên destwerdana li kar û barên hundirîn ên welatên herêmê berde.

Ev daxuyaniya ji aliyê Misirê ve, wekî bersivdayîna daxuyaniya serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hat, ku gotibû: “Hevkariya me ya aborî, dîplomatîk û îstixbaratî bi Misirê re berdewam e û tu pirsgirêk di wê derbarê de nîn in. Em hêvî dikin ku em vê xebatê bi Misirê re bi awayekî xurttir dewam bikin.”

 LUBNAN BER BI TEVLÎHEVIYEKE ZÊDETIR VE DIÇE

Rojnameya El-Beyan jî diyar kir ku li gel xemsariya siyasî û rewşa civakî ya xirab, Lubnan ber bi tevlîheviyeke zêdetir ve diçe û wiha nivîsî: “Gelê Lubnanê hêvî dikir ku xewna guhertinê pêk bê, lê belê rayedarên welêt xemsar nêz bûn. Duh xwepêşandêran rêyên sereke li seranserê welêt û piraniya deriyên ketina paytext Beyrûtê girtin. Artêşê jî diyar kir ku ew bi azadiya nêrînê ya aştiyane re ne, lê belê wê rê nedin têkbirina îstiqrar û aştiya navxweyî.”