Yekîtiya Kedkaran banga azadiya rêber Abdullah Ocalan kir

Yekîtiya Kedkaran a Bakur û Rojhilata Sûriyê diyar kir ku destdanîna ser azadiya rêber Abdullah Ocalan destdanîna li ser azadiya tevahî kedkaran e û banga azadiya wî kir.

Yekîtiya Kedkaran banga azadiya rêber Abdullah Ocalan kir
13 adar, 2021   13:42
 QAMIŞLO

Ev 23 sal e di ser Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan re derbas dibe. Heta niha dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser rêber Abdullah Ocalan dimeşîne.

Têkildarî mijarê, Yekitiya Kedkaran a Bakur û Rojhilata Sûriyê daxuyaniyek ji raya giştî re da û banga azadiya rêber Abdullah Ocalan kir.

Hevserokê yekitiyê Şêro Mihemed Şero daxuyanî li pêşiya navenda yekitiyê ya li bajarê Qamişlo xwend û got ew Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk ji sedan salan ve li dijî gelê Ermen û gelê Kurd komkujiyan pêk tîne.

 Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wek Yekitiya Kedkaran a Bakur û Rojhilata Sûriyê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin û soz didin ku rêya wî bişopînin û felsefeya wî û projeya neteweya demokratîk biparêzin. Her wiha em destanîna li ser azadiya rêber Abdullah Ocalan wek destanîna li ser azadî û vîna tevahî kedkarên cîhanê dibînin. Em bang li tevahî rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û tevahî azadîxwazên cîhanê dikin ku li ser dewleta Tirk zextê bikin da ku yekser rêber Apo serbest were berdan."

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/04cEMrCozsM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>