Hêzên Rûsyayê bi ser civîna muxalefetê de girt: Gelek kes girtin

Hêzên Ewlehiya Rûsyayê piştî jihevxistina kombûna muxalefetê, gelek kes girtin, di nav de muxalîf Karamurza û Alexei Pivovarov hebû.

Hêzên Rûsyayê bi ser civîna muxalefetê de girt: Gelek kes girtin
13 adar, 2021   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa DPA'yê ya Almanyayî, Hêzên Ewlekariya Rûsyayê bi ser civîneke mûxalefetê de girt û gelek kes girtin.

Siyasetmedar muxalîf Vladimir Karamurza û çalakvan Alexei Pivovarov di nav kesên girtî de ne.

Bi dehan kes, di nav de rojnamevan ku xwestin bûyerê bişopînin hatin binçavkirin. Sedema jihevxistina civîna ku li otêlekê dihat lidarxistin, nehat zanîn.

Muxalefeta Rûsyayê gelek caran behsa binpêkirinên azadiya kombûnê ji hêla hêzên ewlehiyê kir.

Li gorî heman ajansê, dihat payîn ku gelek berpirsên muxalefetê di nav de siyasetmedarê Elijah Yashin beşdarî civîna "Demokrasên Yekbûyî " bibûana.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dê di vê payîzê de hilbijartinên parlemantoya nû ya Rûsyayê werin lidarxistin.

(dx)