Artêşa dagirker gundên Şera û Şehbayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên navçeya Şera û Şehbayê topbaran dikin.

Artêşa dagirker gundên Şera û Şehbayê topbaran dike
13 adar, 2021   12:19
ŞEHBA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Merenaz, Malikiyê û Şewarxa û keleha Şewarxa ên navçeya Şera ya Efrînê û gundên Til Rifet û Bendava Şehbayê yên katona Şehba, bi çekên giran topbaran dike.

Li ser encamên topbaranê heta niha agahiyên berfireh nehatine bidestxistin.

(cx)

ANHA