Îranê gefên xwe yên li dijî DYA û Îsraîlê dubare kirin

Îranê gef li DYA û Îsraîlê xwarin û diyar kir ku dê destwerdana li kar û barên hundirîn ên Yemenê bidomîne û piştgiriya êrişên Hûsiyan ên li dijî Erebistana Siûdî bike.

Îranê gefên xwe yên li dijî DYA û Îsraîlê dubare kirin
13 adar, 2021   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Feyleq El-Quds a Artêşa Pasdaran a Îranê Îsmaîl Qanî daxuyand ku piştgiriya êrişên Hûsiyan ên li dijî Erebistana Siûdî dikin û got: "Van koman di kêmtirî 10 rojan de 18 operasyon li dijî Siûdiyê pêk anîn."

Li gorî ajansa Tesnîm a Îranê Qanî îdia kir ku dê destwerdana welatê wî li kar û barên hundirîn ên Yemenê dewam bike û dê destekkirina Hûsiyan bidomîne da ku êrişên li dijî Siûdiyê pêk bîne.

Qanî gef li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî xwar û got: "Dengê şikestina hestiyên Amerîkayê dê di demên guncaw de bê bihîstin.”

Îsraîl bombebaranên li dijî baregehên hêzên Îranê û komên alîgirên wê yên li Sûriyê didomîne.

Her wiha Qanî piştgiriya welatê wî ji komên çekdar re veneşart.

Di demekê de ku Îran rastî aloziyên siyasî û aborî tê, ev daxuyaniyên hişk dan.

(dm)