Cara 3`yemîn e ANHA şewitandina malên sivîlan ji aliyê çeteyan ve, belge dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din malên sivîlan li gundê El-Qasimiyê yê bakurê rojavayê navçeya Til Temirê, piştî ku tiştên tê de dizîn, şewitandin.

Cara 3`yemîn e ANHA şewitandina malên sivîlan ji aliyê çeteyan ve, belge dike
13 adar, 2021   12:21
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi navê "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê" malên sivîlên ku bi darê zorê koçberî gundê El-Qasimiyê bûne, careke din şewitandin.

Gundê El-Qasimiyê 4 km dûrî navçeya Til Temir e û ji dema dagirkirina Serêkaniyê û gundewarên navçeyên Til Temir û Zirganê ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan de ye.

Ajansa me dîmenên şewitandina xaniyên sivîlan ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve, belge kirin.

Nûçegihanê me diyar kir ku dewleta Tirk li pêş çavê hêzên Rûsyayê ku baregeha wan tenê 2 km dûrî gund e, xaniyên sivîlên gundê El-Qasimiyê bi awayekî domdar dişewitînin û destnîşan kir ku piştî ku çeteyan malên sivîlan talan kirin, tevahî malên wan şewitandin.

Di 11`ê Sibatê de ajansa me ragihandibû ku çeteyan gelek malên li heman gundî şewitandin.

(dx)

ANHA