Reqa… nebarîna baranê bandor li sûka pez jî kiriye

Li herêma Reqayê ji ber kêmbûna baranê tevgera li sûka pez kêm bûye, têkildarî vê pirsgirêkê komîteya çandiyê dibe bersiv û êm li xwedanên sewalan belav dike.

Reqa… nebarîna baranê bandor li sûka pez jî kiriye
13 adar, 2021   08:39
REQA-EHMED EL-ESAF

Ji ber kêmbûna baranê, di nava du hefteyên derbasbûyî de li Reqayê nirxên pez ji sedî 40 daket û li hemberî vê yekê jî nirxên êm ji sedî 15 jî bilind bûye. Ji ber vê yekê dibe ku wekî sala 2008`an zuwabûnek çêbibe.

Bazirganê pez ê ji bajarê Reqayê Yûsif El-Sewan got, tevgera kirînm û firotinê ji sedî 75 kêm bûye û ev yek dihêle nirxên pez kêm bibe.

El-Sewan diyar kir ku rewşa heyî xwedanên pez li hemberî du berbijêrkan dihêle; yan ew ê bi nirxekî kêm bifiroşe û yan jî pezên xwe vegerînin malê û lêçûna xwedîkirin û êm jî bilindtir dibe.

Rojane her serîkî pez bi nirxakî derdora 2 hezar lîreyên Sûriyê êm dixwe û ev jî barên xwedanên pez girantir dike, nexasim ku nirxên êm bilind e.

Îsa El-Îsa ji bajarokê El-Hemrat ê rojhilatê Reqayê ye û 300 serî pezên wî hene, tev li axaftina Yusif El-Sewan bû.

El-Îsa ji bilî kiriya çêregehan, rojane bi qasî derdora 200 hezar lîreyên Sûriyê pezê xwe êm dike.

Têkildarî kirêkirina çêrgehan jî Îsa got, her donimekî çêrgeh digihêje 125 hezar lîreyên Sûriyê û heger çêrgeh baştir be dibe ku nirxê wê ji wiha bilindtir be.

Daketina nirxê lîreya Sûriyê ya li hemberî dolar û keysbaziya bazirganan ji sedemên vê aloziyê ne.

Îsa El-Îsa destnîşan kir ku komîteya çandiniyê hîn jî para êm a ku belav dikirin, nediya pirraniya koperatîfan, ji ber vê yekê bang li aliyên peywendîdar dikin ku tavilê êm belav bikin û rê li pêşiya keysbaziya bazirganan bigirin.

Li hemberî zûwabûna erdê, miqdarê şîrê pez jî kêm bûye ku aîkarî bi xwedanên pez re dikirin û derveyî firotin û kirîna pez wekî jêdereke debarê bû.

Cîgirê Hevserokatiya Komîteya Çandiyê ya Reqayê û Endamê Nivîsgeha Sewalkariyê Mûnzir El-Salih diyar kir ku di vê demê de komîte kapekê bi nirxekî guncaw belav bike.

/ar/uploads/files/2021/03/13/081600_reqa-kicina-canidine-28129.webp

Li gorî Mûnzir El-Salih "Di demên derbasbûyî de Nivîseha Sewalkariyê bi Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê, Yekitiya Cotkaran û Komîteya Aborî re civiyabû, di encamê civînê de 5 komîte hatin avakirin, 4 ji wan bi rêya koperatîfan çavdêriya serjimariya sewalên li herêmê dike.

Komîteya 5`an jî êm (Kapek) li derdora 10 hezar xwedanên pez belav kir ku xwedî 250 hezar serî pez, pizin, çêlek, hêştir û hesp in. Komîte her meh 15 kg ji her serî bezekî, 90 kg ji bo her çêlekekê re û 120 kg ji bo her hêştirekî belav dike."

El-Salih ev yek li gotina xwe zêde kir: "Hevkarî bi Meclisên herêmê û rêxistinên civaka sivîl re hate kirin da ku li Reqayê koperatîfên sewalkariyê werin avakirin. Heta niha 80 koperatîf hatin avakirin ku her yek ji wan xwedî derdora 6 serî pez e."

Cigirê Hevserokatiya Komîteya Çandiyê ya Reqayê û Endamê Nivîsgeha Sewalkariyê Mûnzir El-Salih piştrast kir ku êm radestî 34 koperatîfên li herêmê û 7 koperatîfên ku tên bûye.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eVG4yfDqyl4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>