Şêniyên Qamişloyê: Divê rêber Apo azad bibe

Welatiyên Qamişloyê li dijî tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan got divê hemû gel li dijî tecrîdê têbikoşe û ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin.

Şêniyên Qamişloyê: Divê rêber Apo azad bibe
13 adar, 2021   02:51
NAVEDAN NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, zêdebûna binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyan û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan ku 22 sal e li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, greva birçîbûnê li girtîgehên Tirkiye didome. Têkildarî mijarê şêniyên Qamişloyê diyar kir ku divê civaka navneteweyî berpirsyariya xwe ya ji bo azadkirina rêber Ocalan bi cih bîne.

/kr/uploads/files/2021/03/12/202512_mihemed-ali.webp

Welatiyê bi navê Mihemed Elî yê li taxa Xerbî dijî, diyar kir ku heta rêber Abdullah Ocalan di zîndanê de be, dê gel li kolanan li dijî vê tecrîdê rabe ser piyan û wiha got: "Tecrîda ku li ser Rêbertî tê ferzkirin li dijî hiqûqê ye. Rêber Apo ev 22 sal e li zîndana Îmraliyê li dijî tecrîdê li ber xwe dide. Bêyî azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, ne tenê Kurd, tevahiya cîhan nikare azad bibe. Rêber Abdullah Ocalan ne tenê rêberê Kurdan e, rêberê gelan e. Divê di zûtirîn demê de rêber Ocalan azad bibe."

'DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ BÊ DENG NEMÎNE'

Mihemed Elî got divê gelê Kurd li dijî tecrîda li Îmraliyê yekdeng be û wiha berdewam kir: "Gelê Kurd ê bi rûmet dijî, li ku derê dibe bila bibe, divê li dijî tecrîdê rabe. Heta ku tecrîd neyê rakirin, divê kes bi rihetî li mala xwe rûnene. Ez êdî ji rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî bawer nakim. Ger di demeke ku ewqas bêhiqûqî tê kirin de, dengê xwe dernexistin, tu mecala wan nîn e ku xebatên mafê mirovan bikin. Li cîhanê li hember tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û zêdebûna zextên di girtîgehên dewleta Tirk de bêdengiyek heye."

‘DIXWAZIN RÊBERTÎ BI TENÊ BIHÊLIN’

/kr/uploads/files/2021/03/12/202529_nizam-nuri-xalil.webp

Nîzam Nûrî Xelîl jî destnîşan kir ku tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin û wiha axivî: "Gelan ji rêber Apo re azadî xwest. Li dijî rêber Apo li her dera cîhanê kampanyaya azadiyê dest pê kiriye. Xwestin bi komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan vîna gel dîl bikin. Dewleta Tirk ku berdewama zîhniyeta Osmaniyan e û dewletên ku piştgiriya wan dikin, azadiya Rêbertî naxwazin. Dixwazin Rêbertî li Îmraliyê di navbera çar dîwaran de tecrîdkirî be. Em ê tu carî ji Rêbertî û felsefeya wî dûr nekevin. Em ê bibin berxwederên fikir û felsefeya Rêbertî.”

Nîzam Nûrî Xelîl diyar kir ku ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan li zindanan çalakiyên greva birçîbûnê didomin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em weke gel li berxwedana wan xwedî derdikevin. Bi vê berxwedanê em ê tecrîdê bişikînin û rêber Apo azad bikin. Divê civaka navneteweyî jî di vê mijarê de were hişyarkirin. Divê daxwazên girtiyan pêk bên û werin azadkirin.”

‘DIVÊ RÊBER OCALAN DEMILDEST MALBAT Û PARÊZERAN XWE BIBÎNE’

/kr/uploads/files/2021/03/12/202543_amine-emin.webp

Emîne Emîn jî diyar kir ku divê qetlîamên Erdogan ji tecrîdê cuda neyên dîtin û bal kişand ser van xalan: "Rêber Abdullah Ocalan di wê zindanê de bi tena serê xwe tê girtin û di nava tecrîdeke girankirî de ye. Em dixwazin di zûtirîn dem de bi malbata Rêbertî û parêzerên wî re hevdîtin were kirin. Heta ku Rêbertî di zîndanê de bê girtin, em wek gel jî xwe girtî hîs dikin. Em ê têkoşîna li dijî vê bidomînin. Çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehên dewleta Tirk, divê ji aliyê her kesî ve bên destekkirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan em ê têkoşîna xwe li hemû kolan û meydanan bidomînin. Em ê xwedîderketineke giştî li grevên birçîbûnê yên girtiyan bikin. Heta Rêbertiya me azad nebe em nikarin azad bibin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RTwuux-_Lcw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>