Li Helebê bi boneya salvegera Serhildana Qamişlo turnuveya futbolê

Yekitiya Werzîşê ya bajarê Helebê bi boneya salvegera 17'an a Serhildana Qamişlo, turnuveyek bi beşdarbûna 8 tîmên futbolê yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê organize kir.

Li Helebê bi boneya salvegera Serhildana Qamişlo turnuveya futbolê
Li Helebê bi boneya salvegera Serhildana Qamişlo turnuveya futbolê
Li Helebê bi boneya salvegera Serhildana Qamişlo turnuveya futbolê
12 adar, 2021   18:21
HELEB

Bi boneya salvegera 17'emîn a Serhildana Qamişlo û ji bo bîranîna şehîdên serhildanê, Yekitiya Werzîşê ya Helebê bi beşdarbûna 8 tîmên ji hemû pêkhateyan turnuveyeke futbolê organize kir. Di heman demê de ev çalakî vê peyamê dide "Werzîş me kom dike û fitneyê di navbera me de çênake".

Maça yekemîn di navbera tîmên Avrîn û Berxwedan de li stada Şehîdên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li taxa Seken Şebabî  hate lîstin û bi serkeftina tîma Avrîn 5-1 bi dawî bû.

Turnuve dê heta 30'yê Adarê dewam bike.

ANHA