Gulê Selmo sembola serhildana Şêxmeqsûdê ye

Îro salvegera 9`emîn a şehadeta çalakgera Yekitiya Star Gulê Selmo ye ku nîvê temenê xwe ji bo belavkirina fikirê rêber Abdullah Ocalan veqedand, ji bo rizgarkirina jinan û xelasiya gel ji sîstemên ku nasnameya wan diçewisandin serî hilda.

Gulê Selmo sembola serhildana Şêxmeqsûdê ye
13 adar, 2021   01:44
HELEB-HENAN MIHEMED-MIHEMED EBDO

Gulê Selmo sala 1961`ê li gundê Qitmê ya navçeya Şera ya kantona Efrînê  ji dayik bûye û di dawiya salên 80`yî de Tevgera Rizgariya Kurdistanê dinase.

Di sala 1996`an de di nava komîteyeke taybet a rêxistinkirina çalakî û boneyên neteweyî de dixebitî û alîkariyên madî û lojistîkî dida hev, Gulê di Çileya 2005`an de dibe endameke çalak di rêxistina Yekitiya Star a taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê de.

/kr/uploads/files/2021/03/12/201748_-.webp

Bi boneya salvegera 9`emîn a şehadeta Gulê Selmo hevrêya wê Fatima Xelîl ku di salên 90`î de Gulê nas kir, axivî û got ew ê hevrê Gulê ji bîr neke ji ber ku Gulê ew bi tevgerê da naskirin.

ꞌÇIRÛSKA SERHILDANÊ BI ŞEHADETA GULÊ SELMO DET PÊ KIRꞌ

Bi destpêka 2012`an re anku piştî avakirina Meclisa Gel a Taxa Şêxmeqsûdê, Gulê tev li meclisê dibe û dibe endameke aktîf, di heman demê de xebata xwe di nava Yekitiya Star de bi wêrekî û çalak diomîne.

Hemwextî serhildana şêniyên taxê ya li dijî komên çekdar re yên ku bi ajandeyên desthilat ên li hundirê Şêxmeqsûdê ve girêdayî ne, di 10`ê Adara 2012`an de êriş li ser taxê têne kirin û hewldana revandina rojnamevanekî ku sûcên wan belge dikir, hate kirin, Gulê Selmo xwest rojnamevan rizgar bike, lê belê komên çekdar gule lê reşandin û di serê xwe de birîndar dibe.

Gulê Selmo 3 rojan nexweşxaneya Henan a li taxa Eşrefiyê dihat tedawîkirin, lê tevahî hewmû hewldnan di 13`ê Adara 2012`an de şehîd dibe. Cenazeyê wê bi merasîmeke girseyî li cihê jidayikbûna wê Efrînê hate veşartin.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi armanca tolhildanê li hemberî komên çekdar serî hildan, wan ji her du taxan derxistin. Ji wê demê ve şêniyên her du taxan parastina xwe dikin.

Têkildarî şehadeta Gulê Selmo, Fatima Xelîl da zanîn wan xwest fitneyan di navbera gelê Kurd û Ereban de derxin, lê belê şehîd Gulê rê li pêşiya vê yekê girt û ji aliyê komên çekdarên ên girêdayî hikumeta Şamê ve hate hedefgirtin û gihaşt asta şehadetê.

Fatima Xelîl got, şehadeta Gulê Selmo ji bo wan şokek bû û wiha domand: "Beriya şehadeta wê bi rojan min ew dît, wê demê girîngiya xurtkirina xebatên parastina destkeftiyên şoreşê kir. Şehîd Gulê ji bo parastina rêgezên xwe berdêlên giranbuha da.".

ꞌŞÊNIYÊN TAXÊ  JI BÎR NAKINꞌ

Ji bo bîranîna şehîd Gulê Selmo, kolana ku lê hate hedefkirin li navê wê hate kirin û wêneyên wê li kolanên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin daliqandin. Her wiha di sala 2015`an de tabûrek bi navê  Gulê Selmo ji bo parastina civakê hate avakirin ku 60 jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Tirkumenan cihê xwe di nav de digirin.

Ji ber ku Gulê Selmo tê dikoşiya û ji bo mafên jinan li ber xwe dida, Kongreya Star navenda Xeta Şehîd Gulê Selmo vekir ku ji 6 komînan pêk hat.

/kr/uploads/files/2021/03/12/201841_-.webp

Gotinên Gulê Selmo heta roja îro di bala hevrêyên wê de mane û têkildarî vê yekê jî Leyla Mûrad got Gulê Selmo her tim digot kar bang li we dike û divê li  hemberî gel û tevgerê bi karên xwe berpirs bin, zimanê xwe biparêzin û şehîdên xwe bi bîr bînin.

Leyla ev gotin li axaftina xwe zêde kir: "Di roja salvegera şehadeta wê de ji bo me wekî dayik û jinên li taxê em dibînin ku ev bîranîna berxwedan û têkoşînê ye, ji lew re em têkoşîna wê ji bîr nakin û her tim wê bi bîr tînin, ji ber ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ew sembola destpêka şoreşê bû."

Gulê Selmo çalakgera yekemîn a Yekitiya Star bû ku ji bo parastina şêniyên taxa Şêxmeqsûdê gihaşt asta şehadetê.

(eh)

ANHA