MSD: Serhildana 12`ê Adarê bingeha tevgera gel a Sûriyê ye

MSD`ê şehîdên Serhildana Qamişlo bi bîr anî û got: " Serhildana 12`ê Adarê li gorî wate û nîşaneyên serhildanê ku di nava xwe de hilgirtiye, hîmekî sereke ji hîmîn tevgerê gelê Sûriyê ye ya ku derbasî sala xwe ya 11`an dibe."

MSD: Serhildana 12`ê Adarê bingeha tevgera gel a Sûriyê ye
12 adar, 2021   16:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 17`emîn  a Serhildana Qamişlo Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku Serhildana 12`ê Adarê di nava xwe de wate û nîşaneyên serhildanên rizgarkirinê hilgirtiye ku stûna sereke ya tevgera gel a Sûriyê ya ku derbas sala xwe ya 11'an dibe.

Daxuyaniya MSD`ê wiha ye:

"Serhildana Qamişlo ya 12`ê Adara 2004`an 17 sal li pey xwe hiştin. Ev serhildan nîşaney vîna gelê ku siyasetên rejîmên navendê û desthilatdar ên li Şamê red dike. Di vê serhildanê de bi deh hezaran mirov ên gelê me daketin qadan, ji Qamişlo bigire û heta bi taxên Şamê, Kobanê, Efrîn û herêmên Helebê. Xwepêşandêran banga mafên xwe yên rewa, dawîkirina siyasetên nijadperestiyê û qanûnên hiştk ên li dijî gelê Kurd ên li Sûriyê kir, ku yek ji pêkhateyên dîrokî yê resen ê gelê Sûriyê ye.

Endamên rejîma desthilat li Cizîrê fitne di navbera pêkhateyên bajarekî de derxist, rejîmê bi rêya hin çeteyên xwe dema maça di navbera tîma Fitiwê ya ji Dêrazorê û tîma Cîhand a ji Qamişlo de ev fitne çêkir û li hemberî cemaweran çek bi kar anîn û bi axaftinan êrişî tevahiya gelê Kurd ê li Sûriyê kir. Yek ji armancên sereke yên vê plane ew ku nakokiyên di nava desthilatê bi xwe de derxînin derve û hewldanên çaksazkirinê ku di esas de nehatin kirin, bi dawî bikin. Di heman demê de armanc ji vê plane ew bû hemû deriyan li pêşberî guhartina ber bi demokrasiyê ve bigire ku pêwîstiya Sûriyê ji bo çareseriyê pê heye, di serî de ji bo çareseriya doza gelê Kurd a li Sûriyê ku li gorî peymanên navneteweyî û di çarçoveya yekitiya welat û aştiya erdê wê ye, lê tevî vê yekê rejîma navendî ya desthilat bi awayekî tund nêzî vê serhildana aştiyane bû û di encamê de bi dehan şehîd û birîndar çêbûn.

Meclisa Sûriya Demokratîk dibîne ku Serhildana 12`ê Adarê li gorî wate û nîşaneyên serhildanê ku di nava xwe de hilgirtiye, hîmekî sereke ji hîmîn tevgerê gelê Sûriyê ye ya ku derbasî sala xwe ya 11`an dibe. Nebûna entegrasyonê di navbera pêngava tevgera serhildana Qamişlo ya wê demê û tevahî aliyên mûxalif ên demokratîk ên niştîmanî de wekî firsendek hate wenda kirin ku dikarî li seranserê welêt pêşkeftinek rastîn pêk bîne.

Tevî ku 17 sal di ser wê serhildana gel a Qamişlo re derbas bûn û 11 sal di ser serhildana gelê Sûriyê re derbas bûn a ku ji Horanê dest pê kir û li hevahî Sûriyê re belav bû, lê rejîma desthilat a navendî ya ku di nîvê Adara 2011`an de bi tundî nêzî gelê Sûriyê bû û bi heman şêwazî nêzî Serhildana 12`ê Adarê ya 2004`an bû, lê ew isbat dike ku dev ji hişmendiya xwe ya desthilat bernedaye û hîn jî dixwaze li gorî forma navendî heman siyasetê bide meşandin, ku pê re jî di rewşa Sûriyê de berpirsyariyeke mezin radike û bi hin kesayet  û aliyên bi ser opozîsyona Sûriyê ve li hemberî doza demokratîk a Sûriyê û ji bo mafên neteweyî û niştimanî yên gelê Kurd ên li Sûriyê roleke xirab lîstin.

Di dawiyê de ew wekî MSD`ê bejna xwe li hemberî şehîdên Serhildana Qamişlo ya 2004`an û tevahiya şehîdên serhildana gelê Sûriyê ditewînin û dibêjin ku tevî rewşa xirab a Sûriyê, lê belê derfetên çareseriya demokratîk û hêviya bidawîkirina aloziya Sûriyê ne zehmet e, lê pêwîstiya wê bi hêzê û aramiyê heye ku ev jî bi rêya projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê misoger dibe ku QSD`ê li hemberî terorîstan disekinin, di heman demê de hêviyên gelê Sûriyê yên guhartinê pêk tîne. Ev proje wekî derfeteke neteweyî ye û divê ji dest neyê berdan, lê ya girîng ew e ku wekî berpisyariyeke neteweyî û dîrokî mirov nêzî wê bibe, pêşbikeve û were nûkirin da ku bibe projeyeke niştimanî û li hemû welatê wan ê Sûriyê pêk were."

(eh)

ANHA