Li Şehba û Dêrikê şehîdên Serhildana 12`ê Adarê hatin bi bîranîn

Bi boneya salvegera 17`emîn a Serhildana 12`ê Adarê, Yekitiya Werzîşê ya Demokratîk a herêma Efrînê daxuyaniyek da. Şêniyên Dêrikê jî meşek li dar xistin û serdana gorên şehîdên serhildanê kirin.

Li Şehba û Dêrikê şehîdên Serhildana 12`ê Adarê hatin bi bîranîn
Li Şehba û Dêrikê şehîdên Serhildana 12`ê Adarê hatin bi bîranîn
Li Şehba û Dêrikê şehîdên Serhildana 12`ê Adarê hatin bi bîranîn
Li Şehba û Dêrikê şehîdên Serhildana 12`ê Adarê hatin bi bîranîn
Li Şehba û Dêrikê şehîdên Serhildana 12`ê Adarê hatin bi bîranîn
Li Şehba û Dêrikê şehîdên Serhildana 12`ê Adarê hatin bi bîranîn
12 adar, 2021   15:32
ŞEHBA

Bi dehan lîstokvan û werzîşvanên herêma Efrînê li yarîgeha bajarokê Babinês a girêdayî navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankertên bin nivîsên “Na ji nîjadeperestiyê re, bijî neteweya demokratîk, na ji faşîzmê re, bijî biratiya gelan, werzîş me dike yek”, rakirin.

Hevseroka Yekitiya Werzîşê ya Demokratîk a herêma Efrînê Dunya Bekir daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de şehîdên Serhildana Qamişlo bi rêzdarî hatin bibîranîn û zîhniyeta faşîst a fitne di navber lîstokvanên Kurd û Ereb de derxistie, hate şermezarkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku Serhildana Qamişlo çirûska yekemîn a li dijî rejîma faşîst a neteweperest bû û wiha dewam kir: “Gelê Kurd bendên tirsê û dudiliya ku partiya Baasê di pêkhateyên Sûriyê de çandibû, şikand.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê rê nedin sîstemên desthilatdar ku gelan û nirxên wan bi kar bînin, çi bi rêya werzîşê, çandê, siyaset an aboriyê dibe û wiha bi dawî bû: “Werzîş çalakiyekek civakî ye û amûreke hevkarî û dostaniya di navbera pêkhateyan de ye.”

Dauxyanî bi dirûşmên silavkirina Serhildana Qamişlo û Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên Dêrikê bi vê boneyê berê xwe dan Qada Azadî da ku tev li xwepêşendana girseyî bibin. Pêkhateyên Dêrikê, rûspiyên êlan, oldar, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tev li çalakiyê bûn.

Beşdaran ber bi goristana bajêr ve meşiyan ku gorên du şehîdên Serhildana 12`ê Adarê Welîd Şahîn û Hisên Hesen lê ne.

Li pêşiya goristanê meş veguherî mitîngê.

Di mitîngê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Elî Oriyan axivî û di kesayeta her du şehîdan Welîd Şahîn û Hisên Hesen de tevahiya şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha domand: “Di vê pêvajoyê de li gel komployên li dijî gelê Kurd, divê yekitiya kurd pêk were.”

Paşê bi navê Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) endamê komîteya siyasî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Şikrî Hemo axivî û got: “Rejîma Sûriyê bi rêya hinek zilamên xwe hewl da fitneyê di navbera gelên Kurd û Ereb de çêke û bûyerên ku ji ber maça futbolê ya di navbera tîma Cîhadê û Fituweyê ya Dêrazorê de li stada Qamişloyê li dar ketiye, rû dane bi kar anîn.”

Hemo wiha berdewam kir: “Ji ber rewşa wê demê li gel hilweşîna rejîma Iraqê yê zordest, pergalên zordest gelê Kurd çewisand da ku vîna wî bişikîne, lê gelê Kurd li ber xwe da.”

Hemo da xuyakirin ku serhildan li tevahiya herêmên Kurdî belav bû û heta gihaşt Şam û Helebê û hikumeta Şamê tevahiya rêbazên çewisandin bi kar anîn û îşkence li hezaran kesan kir.

Hemo wiha berdewam kir: “Em şehîdên Serhildana Qamişloyê bi bîr tînin û soza şopandina rêya wan ji bo pêkanîna azadiyê û demokratiyê didin. Em piştrast dikin ku înkarkirina mafan û dûrxistina aliyê din, nabe çareserî lê belê çareserî bi rêya qebûlkirina aliyê din û diyalogê pêkan e.”

Bi navê malbatên her du şehîdan Welîd Şahîn û Hisên Hesen Dirxam Hesen axivî, şehîdên Serhildana Qamişloyê û hemû şehîdan bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da.

Piştre şêniyan berê xwe da goristana bajêr û gul danîn ser gorên her du şehîdan.

(şx)

ANHA