Piştî 17 salan ji Serhildana 12’ê Adarê; ‘Bi bîranîna şehîdan diêşim û bi yekitiyê kêfxweş dibim’

Şahidê Serhildana 12’ê Adara 2004`an Qehreman Osman wiha got:"Her ku ez diçim Yarîgeha 12’ê Adarê ew roja êrişê tê bîra min û wiha lê zêde kir `ew roja xweş li me kirin şîn. Ji aliyekî ve ez ji ber êrişê gelekî diêşim, ji aliyekî din ve jî keyfxweş dibim ku di wê rojê de gelê me bû yek û me li ber xwe da.”

Piştî 17 salan ji Serhildana 12’ê Adarê; ‘Bi bîranîna şehîdan diêşim û bi yekitiyê kêfxweş dibim’
Piştî 17 salan ji Serhildana 12’ê Adarê; ‘Bi bîranîna şehîdan diêşim û bi yekitiyê kêfxweş dibim’
Piştî 17 salan ji Serhildana 12’ê Adarê; ‘Bi bîranîna şehîdan diêşim û bi yekitiyê kêfxweş dibim’
12 adar, 2021   00:36
QAMIŞLO – CÎHAN BÎLGÎN

“Dema ez têm sahayê ew roj tê bîra min, ew roja xweşî li me kirin şîn.” Şahidê Serhildana 12`ê Adarê li bajarê Qamişlo Qehreman Osman Serhildanê bi van hevokan tîne ziman.

Ji bo gelê Qamişlo û tevahî şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12`ê Adara 2004`an rojeke xemgînî û serhildanê ye. Di êrişeke hovane de qetilkirina sîvilan û berxwedana bêhempa du diyardeyan tîne kêleka hev. Hikumeta Şamê ya despot di wê salê de çavsoriyeke mezin ya tunekirinê li gelê Kurd kiribû. Ji bo pêkanîna planan dema herî guncaw cihê kombûnê bû.

Piştî salên 2000’î rêjîma Sedam Huseyîn li Iraqê hat hilweşandin. Ev geşêdan ne li gorî dagirkerên Kurdistanê bû. Taybet ne li gorî xweşiya hikumeta Şamê bû. Xwestin pêşketin û azadiya gelê Kurd a nêz dibû asteng bikin. Tevgera PKK`ê û mayîna rêber Abdullah Ocalan li herêmê helbet di nav şêniyan de bandor û piştgirî çêkiribû. Ji bo ku fikirên rêber Abdullah Ocalan li herêmê pêk neyên, planeke wiha qirêj li ser xirabkirina têkiliyên Kurd-Ereban û derxistina nakokiyan kirin dewrê.

Wê rojê ji zarokan heya kalan, li qada yarîgeha futbolê bendewariya destpêkirina futbolê û serkeftina tîmê bû. Lê ew bendewarî veguherî dermankirina birîndaran û gihandina nexweşxaneyan.

DI WÊ ROJÊ DE ÇI BÛ?

Di 12’ê Adara sala 2004’an de li Qamişloyê di navbera tîma Cîhad a Qamişloyê û tîma Fitûwê ya Dêrazorê de maça futbolê hat lîstin. Her kes ji bo temaşekirin û piştgiriya tîman li yarîgehê amade bû. Di nav rêzên futbolê de nabe ku dû aligirên tîman li kêleka hev bi cih bibin. Lê bi awayekî zanebûn aligirên tîma Fitûwê ku ji aliyê hikumeta Şamê ve hatibûn erkdarkirin, bi kevir, kêr, çekan xwe ji bo êrişê amade kiribû. Dema lîstikvan û gel derbasî yarîgehê bûn, komên nîjadperest bi dirûşmên li dijî gelê Kurd ‘Hilweşin rêberên Kurdan û bijî Sedam Hisên’ berz kirin û paşê jî bi keviran êrişî Kurdan kirin. Polîs û leşkerên hikumeta Şamê di heman demê de êriş pêk anîn û hemû deriyên yarîgehê girtin.

BI SEDAN CIWANAN BERÊ XWE DA YARÎGEHÊ

Alîgirên tîma Fitûwê û Cîhad bi hev ketin, hêzên hikumeta Şamê bê ser û ber gule li beşa alîgirên kluba Cîhadê reşandin. Di encamê de 9 sivîl ku di nav de 2 zarok jî hebûn, şehîd bûn. Piştî ku agahiya êrişê belav bû, bi sedan ciwanên Kurd berê xwe da yarîgehê. Hêzên hikumeta Şamê nedihişt ciwan derbasî hundir bibin lê tevî hemû zehmetiyan ciwanan xwe di ser dîwaran re avêt û derbasî yarîgehê bûn, dest bi xweparastinê kir. Berpirsê parêzgeha Hesekê Selîm Kebûl, taybet fermana reşandina guleyan li ser gelê Kurd da ku di encamê de jî 33 sivîl şehîd bûn û bi dehan sivîl jî birîndar bûn. Hêzên hikumeta Şamê ji hovîtiyê têr nedibû ku nedihişt heya ambulans jî derbas bibin. Gelek birîndar ji ber jêçûna xwînê, şehîd bûn û her wiha nexweşxaneyên girêdayî hikumeta Şamê jî birîndarên Kurd derman nedikirin.

ZAROK PERÇIQANDIN

Şahidê komkujiyê Qehreman Osman anî ziman ku bi zanebûneke mezin amadekarî hatibû kirin û got: “Aligirên tîmên Fitûwê li kêleka me ji bo êrişî me bikin, bi cih kiribûn. Bi wan kevirên reş êrişî me kirin û di destê me de tiştek tune bû. Di nav êrişan de zarokek 11 salî ket jêrê, hat perçiqandin di nav lingan de û jiyana xwe ji dest da.”

'GEL JI AMÛDÊ, DÊRIKÊ Û GIRKÊ LEGÊ HAT, LÊ HIKUMETA ŞAMÊ NEHIŞT DERBAS BIBIN'

Osman di berdewama axaftina xwe de got: “Gel bihîst ku komkujî çêdibe, ji Amûdê, Dêrikê, Girkê Legê hatin, lê hikumeta Şamê rêyên ketina Qamişloyê girtin ku hem kes vê komkujiyê nebîne hem jî kes alîkariyê neke. Gel ji Amûdê bi meşê xwe gihand me. Destpêkê guleyên lastîk avêtin me, piştre guleyên rast avêtin me. Min bi çavên xwe dît dema ku ciwanê dixwast xwe ji guleyan biparêze, yekser bû hedefa leşkerên hikumeta Şamê û şehîd bû. Me dixwest laşe wî rakin, lê leşkeran gule berdidan me."

Osman destnîşan kir ku roja duyemîn jî êriş berdewam kir û got: “Li bajarê Qamişlo meş derketin. Hikumeta Şamê dîsa gule ber bi gel ve reşandin û girtin çêbûn. Di meşê de jî şehîdên me çêbûn. Di roja oxirkirina wan şehîdan de dîsa hikumeta Şamê êriş kir."

FÛAT ELÎKO: VEGERIN, EV TIŞTEKÎ BÊ FAYDE YE

Fûat Elîko di wê demê de jî xiyanet li gelê Kurd kir, Osman têkildarî helwesta Elîko ya wê demê ev agahî parve kir: "Di wê wextê de Fûad Elîko ku qaşo xwe wek pêşengê Kurdan didît di roja yekemîn ya serhildanê de got `Vegerin, ev tiştekî bê fayde ye`. Li navenda gumrîkê ya hikumeta Şamê jî heman tişt got. Ew ketibû derdê kursiya xwe û ne dixwest yekîtiya gelê Kurd pêk were, lê pêk hat. Gelê Kurd li hemberî êrişan wê demê bûbû yek. Ev serkeftina herî mezin bû û encama serhildanê bû. Wê demê hikumeta Şamê bi xwe got Kurd bûn yek.”

‘PLANÊN WAN DERXISTINA NAKOKIYAN Û TUNEKIRINA KURDAN BÛ’

Osman da xuyakirin ku hikumeta Şamê ji birêxistinbûna gelê Kurd gelekî ditirsiya ku êrişek wiha pêk anî û wiha dewam kir: “Gelek plan li ser gelê Kurd hatibûn danîn. Hem tunekirina Kurdan bû, hem jî derxistina nakokiyan di navbera Kurd û Ereban de bû."

Şahidê Serhildanê Qehreman Osman wiha domand: “Ew roja xweş li me kirin şîn. Ji aliyekî ve ez ji wê êrişê gelekî diêşiyam, ji aliyekî din ve jî kêfxweş dibûm ku di wê rojê de gelê me bû yek û me li ber xwe da.”

Li ser bîranîna şehîdên Serhildana 12`ê Adarê, yarîgeha ku tê de serhildanê dest pê kir bi Şoreşa Rojava re bû Yarîgeha Şehîdên 12`ê Adarê.

Plan û komployên hikumeta Şamê û alîgirên wê, heta niha li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Her çiqas di wê demê de nikaribû planên xwe pêk bîne, lê heta niha di nava hewldanên derxistina fitneyan di navbera Kurd û Ereban de ye.

ANHA