Şervanên YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Jin 8'ê Adarê pîroz kir

Şervanên YPJ'ê yên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo û Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Jin  ên Reqa û Tebqayê 8'ê Adarê pîroz kir.

Şervanên YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Jin 8'ê Adarê pîroz kir
9 adar, 2021   15:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanên YPJ'ê yên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo şahiya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li navenda çandê ya navçeyê li dar xist.

Ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre şervanên YPJ'ê şanoyek li ser rola jinan di parastina welat de pêşkêş kir.

Di dawiyê de li ber stranên erebî û kurdî gonvend gerandin.

Di şahiyê de şervanan peymanên xwe yên ji bo 8'ê Adarê rave kirin.

Şervana QSD'ê Ronahî Efrîn, Roja Jinan a Cîhanê, li şervanên jin, rêber Abdullah Ocalan, jinên Ereb û dayikên şehîdan pîroz kir û wiha got: "Ev roj ji bo jinan rojeke pîroz e ku dîroka jin û azadiya wê zindî kir. Rêber Abdullah Ocalan pir behsa azadiya jinan dike, bi sya ked û têkoşînê wî jin gihaştin vê asta pêşketinê."

Kurdistana Rojava jî soza domandina xeta berxwedanê û parastina azadiyê jinan da.

TEBQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pmYoZUCZhn8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi heman armancê Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin 8'ê Adarê li Keleha Cabir a bajarê Tebqayê pîroz kir.

Li gel endamên Hêzên Ewlekariya Hunerîn- Jin ên Tebqa û Reqa û gundewarê wê, nûnerên saziyên divîl beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn axaftin hate kirin, 8'ê Adarê li tevahî jinan û şervanan hate pîrozkirin.

Ji Tebqayê hunermend Yasmîn Cemîl, ji Reqayê Munetullah û ji navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horor ya Helebê Hediyat stran gotin.

ANHA