Xwendekarên serkeftî yên Dêrazorê hatin xelatkirin

Komeleya Perwerdê ya navçeya Sûsa ya gundewarê Dêrazorê xwendekarên serkeftî xelat kirin.

Xwendekarên serkeftî yên Dêrazorê hatin xelatkirin
9 adar, 2021   15:37
DÊRAZOR

Piştî bidawîbûna ezmûnan û belavkirina karnameyan, Yekitiya Mamosteyan bi hevkariya Komeleya Perwerdeyê ya navçeya Sûsê ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê şahiyeke li dar xist.

Di şahiyê de xwendekarên serkeftî, hin mamoste û dibistan hatin xelatkirin. Ev gav bi armanca afirandina rihê pêşbaziyê di navbera xwendekaran de, pêşxistina asta xwendekar û mamosteyan hate avêtin.

ANHA