Turnuveya futbolê ya dibistanên Şedadê bi dawî bû

Turnuveya futbolê ya dibistanên navîn ên navçeya Şedadê ku bi navê "Şehîd Hind û Seida" hatibû organîzekirin, bi dawî bû.

Turnuveya futbolê ya dibistanên Şedadê bi dawî bû
9 adar, 2021   15:01
HESEKÊ

Turnuveye ji aliyê Komîteya Çalakiyan a Komeleya Perwerdeyê ya Şedadê ve bi beşdarbûna 13 tîmên ji dibistanên navçeyê hatibû organîzekirin û 14'ê Sibatê dest pê kir. Turnuve îro bi serkeftina Tîma Dibistana Reşîdiyê li hemberî Dibistana Edala (2-1) bi dawî bû.

Tîm li ser 3 koman hatibûn bilavkirin. Koma Yekemîn ji tîmên Reşîdiyê, Ewed û El-Herîrî, Hena pêk dihat.

/ar/uploads/files/2021/03/09/140211_dsc_4451.webp

Koma Duyemîn ji tîmên Hermelan, Mihemed Faris, Ebdan û Til Şedadê pêk dihat.

Koma Sêyemîn jî ji tîmên Edla, Şêx Osman, Cermez Şemalî û Cermez Cinûbî pêk dihat.

Berpirsê Komîteya Çalakiyan  Hesen El-Reca li ser mijarê axivî û got: "Tîmên ku gihaştin çareya dawî roja pêcşemê 25'ê Sibatê lîstin û encamê wê wiha bû: Reşîdiyê li hemberî Ebdan bi 4-0 bi ser ket, Edala li hemberî Hermalan bi 5-0 bi ser ket, Cermeza Cinûbî li hemberî El-Herîrî bi 2-1 bi ser ketin û tîma Ewed li hemberî tîma Til Şedadê bi 3-2 bi ser ket."

Pêşbirka navîn roja duşmea borî hate lidarxistin, tîma Reşîdiyê û Cemez lîstin, di encamê de tîma Reşîdiyê bi 2 li beramberî 1 bi ser ket, tîma Edala û Ewed jî lsîtin û tîma Edaleta bi 3 -2 bi ser ket.

/ar/uploads/files/2021/03/09/140237_dsc_4182.webp

Maça dawî ya turnuveyê bi beşdarbûna girseyeke mezin a xwendekar, mamoste û şêniyan di navbera tîma dibistaan Edla û Raşdiyê de hate lîstin, tîma Reşîdiyê bi 2 nuqetayan li beramberî nuqteyekê bi ser ket.

Tîma serekftî hate xelatkirin.

El-Reca diyar kir ku armanca wan ji vê turnuveyê ew e ku behreya nifşê nû pêş bixin û xwendekarên dibistanan  bi hev re bidin nasîn, her wiha da ku ji tevahî dibistanên navçeyê tîmeke xurt were diyarkirin da ku beşdarî turnuveya li ser asta kantona Hesekê bibe.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/H7Pb3aDaJR8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>