Hêzên hikumeta Şamê bi zêdetirî 225 moşekan herêmên li Çiyayê Zawiyê hedef girt

Hêzên hikumeta Şamê deverên cuda li Çiyayê Zawiyê bi dijwarî topbaran kirin. Di heman demê de balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê herêmê geriyan.

Hêzên hikumeta Şamê bi zêdetirî 225 moşekan herêmên li Çiyayê Zawiyê hedef girt
9 adar, 2021   14:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê ji saetên sibehê ve herêmên cuda yên Çiyayê Zawiyê yê gundewarê başûrê Idlibê, bi zêdetirî 225 moşekan hedef girt. Piraniya wan li derdorê nuqteyeke dagirkeriya Tirk li bajarokê El-Nêreb ê rojhilatê Idlibê ketin. Li asîmanê hêrêma "bêçek" jî, tevgereke zêde ya balafirên keşfê yên Rûsyayê hebû.

Ji aliyekî din ve jî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi moşekan gelek nuqte û cihên serweriya hikumetê li Seraqib, Merdîx ên rojhilatê Idlibê topbaran kirin. Heta niha agahiyên li ser wendahiyên canî nehatine bidestxistin.

Li gorî SOHR`ê, şev din li derdorê El-Enkawî ya Sehil Xab a bakur rojavayê Hemayê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikumetê de şer derket. Hêzên hikumetê xwestin li herêmê bi pêş ve biçin. Her wiha her du aliyan nuqteyên hev hedef girtin.

(cx)