Li Rûsyayê êrişeke terorî hate bêbandorkirin

Desteya Ewlekariya Federal a Rûsyayê ragihand ku kesê plan dikir ku li dijî kargeheke enerjiyê ya li bajarê Kalînîngrad êrişekê pêk bîne, girtin.

Li Rûsyayê êrişeke terorî hate bêbandorkirin
4 adar, 2021   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa RIA Novosti ya Rûsyayê, desteyê di daxuyaniyê de diyar kir ku kesê plan dikir ku li dijî kargehên enerjiyê êrişekê pêk bîne, hat girtin. Her wiha kesê ku hatiye girtin, ji Rûsyayê ye.

Desteyê piştrast kir ku hêzên ewlekariyê di mala kesê girtî de bombeyeke bi destan çêkirî û dokumanên çêkirina wê dîtine.

(dm)

ANHA